Li Şemrexê ‘Pêşbaziya Dimsê’ hat lidarxistin 2024-10-15 16:17:45   MÊRDÎN - Li Şemrexê di çarçoveya şahiyên çand û hunerê de pêşengeha wêneyan û pêşbaziya dimsê hat lidarxistin.    Şaredariya Navçeya Şemrexê ya Mêrdînê bi hevkariya Sanatça Organîzasyonê şahiyên çand û hunerê li dar xistin. Şahiyê bi pêşengeha wêneyan dest pê kir û du rojan doma kir. Li qada ku hat amadekirin, wêne û xebatên şagirtên jin ên kursa tekstîlê bi rêya drama afirîner çêkiribûn, hatin pêşandan.    Di çarçoveya şahiyê de “Pêşbaziya Dimsê” ya ku berhemdarê dimsê herî baş diyar bike, hat lidarxistin. Juriyê pêşbaziyê parlamenterên DEM Partiyê yên Mêrdînê Salîha Aydenîz, Bêrîtan Guneş Altin, Hevşaredarên Dêrikê Songul Ozbahçecî û Cengîz Temellî, Hevşaredarê Kerboranê Azîz Ramazan Akin û Hevşaredarên Şemrexê Kudret Uçuk û Hamdîn Demîr bûn. Eleqeyek zêde ji bo pêşbaziyê hebû. Berhemdar ango hilberînerên dimsa herî baş ên navçeyê hatin bijartin û zêrê tam, nîvek û çeyrek diyarî wan hat kirin.    Hilberînerên ku ketin pêşbaziyê û neketin rêza bijartinê jî hatin xelatkirin û diyariyên cihê dan wan.    Piştî pêşbaziya dimsê dengbêj Kurdê û dengbêj Miqedes û stranbêj Eylul Nazlier stranan gotin.    Şahî wê sibê bi konserekê bi dawî bibe.