Êrişî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê kirin 2024-10-16 11:38:01   BÛRSA - Kesekî nasnameya wî nediyar bi şev êrişî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê kir.     Bi şev êrişî avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Înegolê hate kirin. Di êrişa ku ji aliyê kesekî nasnameya wî nediyar ve hate kirin de, êrişkar kamera û camên avahiyê şikandin. DEM Partiyiyên wê kêliyê nêzî avahiyê bûn êrişkar girtin û radestî polîsan kirin.    JI DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ RE BANG   Endam û rêveberên Rêxistina DEM Partiyê yên Înegolê ku agahiya êrişî girtin hatin ber deriyê avahiyê û bertek nîşan dan. Hevserokê Bajêr Denîz Buyuk ê li vir axivî, diyar kir ku êrişên ku bûne rûtîn tên organîzekirin û xwestin ev yek bê derxistin û diyar kirin ku li dijî êrişan dê bi paş ve gavê neavêjin. Buyuk, da zanîn ku dê îro saet di 19.00’an de ji bo êrişê şermezar bikin li ber avahiya navçeyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û banga piştevaniyê li gel û saziyên demokratîk kir.