Rêxistinên çapemeniyê: Dest ji hedefnîşandana rojnamevanan berdin 2024-10-16 12:41:38 AMED - Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê têkildarî tundiya polîsan a li ser rojnamevanan di 13’ê cotmehê de li Amedê pêk hat daxuyaniyek hevpar dan û gotin: “Dest ji hedefnîşandan û astengkirina rojnamevanan berdin.”    Platforma Saziyên Demokratîk 13’ê cotmehê li Amedê xwestin “Mitînga Azadiyê” li dar bixin. Polîsan mitîng qedexe û asteng kirin û tundî li rojnamevanan kirin û di heman demê de karên rojnamevanan asteng kirin. 8 rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê têkildarî tundiya li ser rojnamevanan daxuyaniyek hevpar belav kirin.   Daxuyaniya hevpar a bi sernavê “Em tundiya li dijî rojnamevanan qebûl nakin” ku ji aliyê rêxistinên rojnamevaniyê ve hat belavkirin wiha ye:    “Mitînga ‘Azadiyê’ ku hate xwestin di 13’ê cotmehê de li Amedê bê lidarxistin ji aliyê walîtiyê ve hate qedexekirin. Tevî qedexeyê jî di serî de nûnerên partiyên siyasî gelek kes derketin kolanan hewl dan ber bi qada mitîngê ve bimeşin. Rojnamevanên li bajêr jî rojeva heyî şopandin. Hêzên ewlekariyê yên ku mudaxile li çalakiya civakî kirin, hewl dan rojnamevanên li qadê ku vê rewşê bikin nûçe asteng bikin. Di salên dawî de astengkirina ku hewl tê dayîn veguherînin rûtinekê gihişt asta tundiyê. Rojnamevan li erdê hatin dirêjkirin û tundî li wan hate kirin, hewl hate dayîn wan binçav bikin.    TUNDÎ LI NÛÇEGIHANAN HAT KIRIN    Polîsan tundî li hempîşeyên me Heval Onkol, Ceylan Şahînlî, Hêvîdar Onver û Sonay Odengît ên li kolanê nûçe dişopandin, kirin û nûçe çêkirina wan asteng kirin.    Polîsan Heval Onkol derb kirin, gef lê xwarin û li qada lê dûr xistin û nehiştin ku dîmen û wêneyan bikişîne. Her wiha polîsan di nava rojê de gelek caran Ceylan Şahînlî asteng kirin, ji ber vê yekê Şahînliyê zehmetî kişand ku nûçeyê bişopîne. Polîsên ku bi ser Şahînlî ya dema komeke ciwanan ji aliyê polîsan ve dihate derbkirin dikişand ve çû û hewl da kameraya wê bişikîne, pişt re bi awayekî fizîkî jî hempîşeya me ji cihê bûyerê dûr xistine. Tundî û astengkirina polîsan a li dijî Şahînliyê heta ku bûyera li herêmê bi dawî bû berdewam kir.    EM ROJNEMEVAN IN    Di dema belavbûna çalakiyê de rojnameger Hêvîdar Onver û Sonay Odengît ên ku meşvan dişopandin jî rastî tundiya polîsan hatin. Polîsan hempîşeyên me li erdê dirêj kirin û tundî li wan kirin. Weke ku di dîmenan de jî xuya dike tevî hempîşeyên me dibêjin ‘em rojnamevan in’ jî demekî dirêj tundî li wan tê kirin û hewl tê dayîn ku wan binçav bikin. Rojnamevanên ku xwestin tiştên qewimîn qeyd bikin jî bi gotina ‘Çapemeniya çi’ hewl hate dayîn bên astengkirin û li ser berteka kesên derdorê tundiya li dijî her du rojnamevanan bi dawî bû.    DEST JI HEDEFGIRTINA ROJNAMEVANAN BERDIN   Weke ku di Destûra bingehîn û peymanên navnetewî de jî cih digire, hawîrdora şer jî di nav de li dijî hemû aliyan destnedayîna rojnamevanan heye. Di vî warî de astengkirina rojnamevanên ji bo şopandina nûçeyê li qadê ne nayê qebûlkirin. Em weke rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê ku di vî metnî de îmzeya wan heye bang dikin ku pêşî li astengkirin û êrişên ku di salên dawî de veguherîne rûtinê bên girtin. Dest ji hedefgirtina rojnamevanên ku ji bo mafê agahîwergirtinê yê gel karê xwe dikin berdin. Em ê li cem hemû rojnamevanên ku dema karê xwe dikin hewl tê dayîn bên astengkirin bin û bi wan re di nava piştevaniyê de bin.”   SAZIYÊN ÎMZEVAN    Rêxistinên ku metna hevpar belav kirin e wiha ne: Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamya (MKG), Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA), DÎSK Basin Îş, Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS), Şaxa Haber Senê ya Amedê, Komeleya Rojnamevanên Jin û Komeleya Medya Xwecihî.