BES-AR: Sînorê birçîtiyê di mehekê de ji sedî 3,99 zêde bû 2024-10-16 12:53:43   ENQERE - Li gorî BES-AR’ê, kesekê/a kêmtirîn mûçeyê werdigire, ji sedî 66,79 di bin sînorê birçîtiyê anku 28 hezar û 358 lîreyan de digire.    Navenda Lêkolînan a Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES-AR) daneyên birçîtiyê û sînorê xizaniyê yê cotmehê parve kir. Li gorî hesaba BES-AR’ê li ser bihayên madeyên xurekê kiriye; ji bo malbata memûrekî/ê ya ji 4 kesan pêk tê bikare bi awayekî tendurist xwe xweyî bike, ji meha cotmehê divê mehane 28 hezar û 358 lîreyan (sînorê birçîtiyê) xerc bike. Lêçûnên tenê kesekî/a dixebite jî weke 35 hezar û 100 lîre hate tespîtkirin. Li gorî vê, sînorê birçîtiyê li gorî mehek berê ji sedî 3,99 zêde bû.    Li hêla din; sînorê xizaniyê ku ji lêçûnên xurek, cil û berg, avahî (ceyran, av, sotemenî), veguhestin, perwerde, tenduristî û hwd. pêk tê, weke 77 hezar û 751 lîre hate hesabkirin.    Li gorî vê encamê; kesekê/a kêmtirîn mûçeyê werdigire ji sedî 66,79’ê di bin sînorê birçîtiyê anku 28 hezar û 358 lîreyan de digire.