Ji Wezîrê Karên Navxweyî daxuyaniya erdhejê 2024-10-16 12:56:08     AMED - Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya têkildarî erdheja li Meletiyê rû da daxuyanî da û li sê bajaran li her bajarekî di avahiyekî hin beşên wan hilweşiyan e.    Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya têkildarî erdheja ku navenda wê Meletî bû û îro rû da, daxuyanî da. Yerlîkaya diyar kir ku li qadê xebatên wan ên lêkolînê berdewam dikin. Yerlîkaya da zanîn ku erdhej li Melitiyê, Amed, Riha, Xarpêt, Êlih û Dêrsimê hatiye hîskirin û têkildarî erdhejê 374 îhbar hatine kirin. Yerlîkaya anî ziman ku li Meletiyê, Xarpêt û Rihayê di sê avahiyan de beşek wan hilweşiyan e û ziyana can û mal nebûye.