Dr. Yavîç ê ku daxilî otopsiya Kabaîş bû: Divê pêvajo bi zelalî were birêvebirin 2024-10-16 14:54:35   WAN - Dixtor Huseyîn Yavîç ê ku di karûbarên otopsiya Rojîn Kabaîş de amade bû diyar kir ku laşê Kabaîş deforme bûbû û got: “Hin nûveyên bi guman ku dihatin dîtin hebûn. Nimûne hatin girtin."   Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîş piştî winda bû, 18 roj şûnve cenazeyê wê duh li qeraxê Gola Wanê li ber gundê Mele Qasimê hat dîtin. Karûbarên otopsiya cenazeyê Kabaîş 8 saetan berdewam kir. Dixtor Huseyîn Yavîç jî li ser navê Odeya Tabîban a Wan-Colemêrgê daxilî karûbarên otopsiyê bû. Yavîç diyar kir ku encama raporê divê bi hemû saziyan re were parvekirin.    ‘BAVÊ WÊ JI CILAN EW TEŞHÎS KIR’   Yavîç anî ziman ku ji bo pêvajo bi hesasiyet were birêvebirin daxilî karûbarên otopsiye bûne û got: “Otopsiyê nêzî 8 saeta dewam kir. Nêzî 10 pispor di otopsiye de amade bûn. Ji serûçavê wê nimûne girtin. Ji ber ku cenaze demek dirêj di avê de mabû, hat tespîtkirin ku deforme bûbû. Ji ber vê yekê jî tespîtkirina nûveyan zehmet  tê dîtin. Bavê wê keça xwe di cilên wê de teşhîs kir. Niha li ser dosyeyê biryara ‘veşarî’ heye. Di pêş otopsiye de agahiyên ku bi awayek zelal hatin tespîtkirin nîn in. Hin nûveyên bi guman ên hatin dîtin hebûn. Ji wan nûveyan nimûne hatin girtin û ji bo tespîtê şandin cihê pêwendîdar. Di otopsiyê de şikestinek di hestiyên wê de nehat tespîtkirin. Pêş otopsiyê nedan Baroya Wanê. Divê ev pêvajo hin zelaltir bê birêvebirin û civak were ronîkirin. Pêwîste biryara veşarî demildest bê rakirin.”