Xwendekarên Yuzuncu Yilê ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan 2024-10-16 15:04:16   WAN - Xwendekarên Zanîngeha Wanê ji bo hevala xwe ya xwendekar Rojîn Kabaîş ku cenazeyê wê piştî 18 rojan hat dîtin çalakî li dar xistin û xwestin lêpirsînek bi bandor bê birêvebirin.    Li Wanê di 27'ê Îlonê de Rojîn Kabaiş a 21 salî ya ku xwendekara pola yekem a Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê (YYÛ) Beşa Perwerdehiya Pêşdibistanê bû, winda bûbû. Cenazeyê Rojîn piştî 18 rojan duh ji aliyê gundiyan ve li qeraxê Gola Wanê li ber gundê Mele Qasimê hat dîtin.    Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê li dibistanê daxuyanî dan çapemeniyê û meş li dar xistin. Di daxuyaniyê de dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Rektor îstîfa", "Em biyaniyan li kampusê naxwazin" berz kirin û pankartên "Gulistan li ku ye?", "Em ê hesabê her jinek ku we nerehet dike biprisin" hatin hilgirtin.    'EM XEBATÊN LÊGERÎNÊ JI WINDAKIRINA GULISTANÊ DIZANIN'    Xwendekaran di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser wargeha KYK'ê ku li ser jinan veguheriye mekanîzmayeke zextkirinê û ewlehiya Rojînê pêk neaniye û wiha gotin: "Em van xebatên lêgerînê ji Gulistan Dokû ya ku 4 sal in nehat dîtin, ji Narîn Guran a ku cenazeyê wê bi rojan nehat dîtin û heta niha ku kujerên wê nehatine eşkerekirin, dizanin."    'ÇI HAT SERÊ ROJÎNÊ?'   Xwendekaran di daxuyaniya xwe de xwestin dawî li polîtîkayên necezakirinê bê anîn û Peymana Stenbolê paş de bê û bicihanîna qanûna hejmar 6284'an û lêkolînên bi bandor bên kirin û ev pirs kirin: "Çi hat serê Rojîn Kabaîş?"    TEVÎ ASTENGIYÊ JÎ MEŞ HAT LIDARXISTIN    Piştî daxuyaniyê xwendekar meşiyan. Tev î ku polîsan destûr nedan jî, xwendekaran bertek nîşanî vê rewşê dan û meşa xwe berdewam kirin. Xwendekaran li dijî astengkirina rojnamevanan jî dirûşma "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" berz kirin.