Hevdîtina rojnameger Ezîzî ya bi malbat û parêzer re tê astengkirin 2024-10-16 16:08:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnameger Pexşan Ezîzî û ev 100 roj in nahêle bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.    Kampanyaya ji Pexşan Ezîzî re Azadî, têkildarî rewşa Ezîzî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal agahî parve kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku zêdetirî 100 roj in destûr nayê dayin Ezîzî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û wiha hate gotin: “Em dixwazin ku cezayê îdamê yê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn tavilê bê betalkirin û Ezîzî were berdan.”    Ezîzî, ji bajarê Mahabadê yê rojhilatê Kurdistanê ye. Di tebaxa sala 2023’yan de ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin û Dadgeha Tehranê bi hinceta ku beşdarî çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” bûye, cezayê îdamê da.