Yerlîkaya: 187 kesan bandor ji erdhejê girtiye 2024-10-16 18:28:41   AMED – Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlikaya, diyar kir ku di erheja navenda wê Meletî de 187 kes bandor ji erdhejê girtine û 43 kes jî hê di bin çavdêriyê de ne.    Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlikaya têkildarî erdheja navenda wê Meletî de ku bandor li Xarpêt, Dêrsim, Amed, Êlih û Rihayê jî kir daxuyanî da. Yerlikaya li navenda Koordînasyonê ya AFAD'ê ya Meletiyê daxuyanî da got: "Li gor agahiyên ji wezareta me ya Tenduristiyê hatine girti li Meletiyê 33, li Xarpêtê 32, li Semsûrê 18, li Amedê 17, li Mereşê 3 û li Rihayê jî 2 kes bi giştî 187 kes ji erdhejê bandor girtine. 43 welatiyên me di bin çavdêriyê de ne û yên din jî li ser pêyan hatine dermankirin û paşê hatine tabûrcîkirin."