Banga DEM Partiyê: Tecrîdê rakin 2024-11-09 20:15:23 ENQERE - DEM Partiyê daxuyand ku ji bo çareseriyê bêyî dem bê windakirin divê tecrîd bê rakirin û got: "DEM Partî ji bo roleke çalak û avaker bigire ser xwe amade ye.” Partiyê bang li muxalefet û desthilatê kir. Endamên Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelana (DEM Partî) îro di bin serokatiya hevserokan Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan de li hev civiyan. Di civîna MYK'ê de tecrîda li ser Rêber Apo û geşedanên dawî hatin nîqaşkirin.   Daxuyaniya piştî civînê ya MYK'ê ya DEM Partiyê bi vî rengî ye:   "Ji 1'ê Cotmeha 2024'an û vir ve di nava raya giştî, qada siyasî û çapemeniyê de nîqaşên têkildarî pirsgirêka Kurd dest pê kirine û dewam dikin, wê di rojên pêş de jî bidome. Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê biryar da ku nîqaş û nirxandinên xwe yên dawî bi gelê me re parve bike.   Weke xaka ku bêriya avê kiriye, welatê me jî di hesreta aştiya civakî ye.   Em doza çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd dikin.   Pirsgirêka herî bingehîn a ku divê Tirkiye çareser bike pirsgirêka Kurd e. Asta ku pirsgirêka Kurd îro gihîştiye, çareseriya demokratîk û aştiyane ferz dike. Geşedan jî nîşan didin ku pirsgirêk demek dirêje ji sînorên welat derketiye û bûye herêmî û cîhanî. Kesê ku li siberoja demokratîk û hevpar a welat difikire, di rewşa niha ya cîhanê û Rojhilata Navîn de nikare çavên xwe ji vê rastiyê re bigire.   Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya vê pirsgirêka ku rasterast bi demokratîkbûna komarê ve girêdayî ye divê gav bên avêtin. Divê ev çareserî li ser esasê beşdarbûn û lihevkirina hemû beşên civakî be. Aştiya civakî encax bi vî awayî pêkan e. Dirûşma me ya bingehîn ew e ku ji bo çareseriyeke siyasî ya berfireh a li ser esasê aştiya civakî û lihevhatina demokratîk, pirsgirêkên xwe ne bi tundî û pevçûnan bi axaftin, bi muzakere û diyalogê çareser bikin.   Çareserkirina pirsgirêka Kurd, bi avakirina komareke demokratîk a ku jiyana bi hev re û wekhev diparêze û her kes xwedî çand, ziman, nasname û baweriyên cuda bi azadî bi mafên hemwelatîbûna wekhev tê de bijî, pêkan e.   'DIVÊ BÊYÎ DEM WERE WINDAKIRIN TECRÎD BÊ RAKIRIN'   Rewşa Birêz Ocalan ê ku di hevdîtina dawî ya malbatê ya li Îmraliyê de got,  ‘Tecrîd didome. Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji zemîna şer derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bikim’ hê jî nehatiye guhertin. Ji ber ku hê şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê nehatine ava kirin, ev li pêşiya aştiya civakî dibe astengiyek cidî. Ocalan weke muxatab rola ji bo aştiyeke mayînde û çareseriya demokratîk girîng e. Bi dawîkirina polîtîkayên tecrîdê, afirandina şert û mercên xebatê, mezinkirina hêviya aştiya civakî û şênberkirina şansê çareseriya demokratîk, erkek bingehîn û dîrokî ye.   'DEM PARTÎ AMADE YE'   DEM Partî ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane û ji bo aştiya civakî bi her awayî amade ye ku rola çalak û avaker bigire milê xwe. Di vê çarçoveyê de pêşxistina polîtîkayên berfireh û tevkariyê li pêvajoyên diyalogê weke erka xwe ya bingehîn dibîne.   DEM Partî ku xebatên xwe yên di qada siyaseta demokratîk de didomîne, armanc dike ku bi rêbazên muzakereyên demokratîk, Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê weke bingeha diyalog û çareseriyê ji bo hemû civakê rê li ber paşerojê veke. Di vê çarçoveyê de erka DEM Partiyê ew e ku li ser bingehên siyasî û qanûnî rêziknameyên qanûnî û destûrî yên li ser nasnameya gerdûnî û mafên çandî bên derxistin.   'POLÎTÎKAYÊN QEYÛMAN HAWIRA CIVAKÎ JEHRÎ DIKE’   Polîtîkayên qeyûman, temsîliyeta demokratîk û xebata demokratîk a rêveberiyên xwecihî xera dike. Desthilatdariya navendî bi binpêkirina îradeya xwecihî ya demokratîk û îradeya gel re rê li ber bêewlehiya civakî û qeyranên rêveberiyê vedike û demokrasiya xwecihî ji holê radike.   BANGA JI BO MUXALEFET Û DESTHILATÊ   Banga me ji her kesî re ye...   DEM Partî hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê vedixwîne têkoşîneke hevpar û banga yekitiyeke xurt li hemû pêkhateyên xwedî wijdan dike.   Beriya her tiştî em bang li desthilata vî welatî dikin ku gavên berbiçav bavêje û tecrîdê rake. Tirkiyeya ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bike, wê bibe nirxê bilindbûna demokratîk û modela bihêz a herêmê. Çareseriya aştiyane ya li welatê me wê bike ku li welatên din ên Rojhilata Navîn di warê demokrasî û aştiyê de gavên girîng bên avêtin.   Em bangeke vekirî li hemû derdorên muxalefeta siyasî û civakî dikin. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkek e ku tenê ji desthilatê re nayê hiştin. Di vê çerçoveyê de her gotin û her helwesta muxalefetê ya ji bo çareseriyê wê civakê bi awayekî pozîtîf pêş ve bibe. Divê muxalefet helwesteke ji desthilatê pêşketîtir nîşan bide û xwe ji avêtina gavên wêrekî dûr nehêle.   Tevgerên jin, rêxistinên ked û pîşeyî, rêxistinên ciwanan, rêxistinên sivîl, rêxistinên demokratîk ên li her qadan kar dikin, rêxistinên baweriyan, tevgerên hawirdorparêz û ekolojiyê, rewşenbîr û rûspî yên ku wijdanê civakê ne ji bo rêya aştiya civakî bû vekirin divê helwesteke bi biryar nîşan bidin.   Em ji her kesê ku xema wan paşeroj û demokrasiya welat, edalet, wekhevî, azadî, hiqûq, nan û edalet, kar û hwd. e dibêjin ku welatê me jî wek xaka bêriya avê kiriye di hesreta aştiya civakî ye. Werin em aştiyê bi hev re ava bikin. Weke erka me ya dîrokî em em bi hev re meşa mezin a demokrasî û aştiyê pêk bînin.”