Ji bo îşkencekirina dayika 64 salî biryara neşopandinê hate dayin 2024-11-11 11:31:00 RIHA - Di dema binçavkirinê de lêgerîna tazî li Adle Samur a 64 hatibû ferzkirin û tundî lê hatibû kirin. Ji bo serlêdana Samur biryara “neşopandinê” hate dayin. Leşkeran di 2’yê adara 2023’yan de li Mezraya Karacurun a gundê Mishecerk a navçeya Pirsûs a Rihayê bi ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de Mehmet Samur û hevjîna wî Adle Samur (64) hatin binçavkirin. Di dema binçavkirinê de rastî îşkence û muameleya xerab hatin û li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Rihayê lêgerîna tazî lê hate ferzkirin. Bi vê boneyê ji ber sûcên “Îşkence û muameleya xerab” û “Peywira xwe xerab bi kar anîne” derheqê Midûriyeta Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê de serlêdana sûc hate kirin. Serdozgeriya Komarê ya Pirsûsê jî bêyî ku ji bo komkirina delîlan xebatekê bide destpêkirin, bi îdiaya “delîlên şênber nehatine bidestxistin” biryara “Hewcehî bi şopandinê nîne” da.    Parêzerê Samur, Alî Arslan li dijî biryarê îtîraz kir. Di daxwaznameyê de hate gotin ku biryar li dijî usûl û qanûnan e û bal kişand ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên têkildarî îşkence û muamaleya xerab de. Bi domdarî hate gotin ku lêpirsîneke baş nehatiye kirin, delîlên şênber hene, îşkenceya hatiye kirin di girtekên piştî bûyerê û bi raporên muayeneya edlî tespîtkirî ne. Aslan, xwest ku biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” were betalkirin û lêpirsîneke bibandor were destpêkirin.    ÇI BÛBÛ?   Hat gotin ku di 24’ê sibata 2023’yan de li Mezraya Karacurun a gundê Mishecerk a Pirsûs a Rihayê di navbera Sitki Kurtoglû ku tê gotin PKK’î ye û leşkeran de pevçûn derket. Piştî pevçûnê jî 7 kes hatin binçavkirin. Di 2’yê adara 2023’yan de Mehmet Samur û hevjîna wî Adle Samur hatin binçavkirin. Hat gotin ku her du hevjîn rastî muameleyeke nebaş hatin. Adle Samur a 64 salî li Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê û Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Rihayê rastî lêgerîna tazî hat û derheqê peywirdaran de serlêdana sûc kir. Samur, di danişîna ewil a di 23’yê îlonê de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hate lidarxistin de hate berdan. Mehmet Samur jî hêj girtî tê darizandin.