Derheqê Ahmet Ozer de lêpirsîneke nû hate destpêkirin 2024-11-11 13:12:10 STENBOL - Derheqê Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer de ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin, bi îdiaya “fînansoriya rêxistinê” lêpirsîneke nû hate destpêkirin.  Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adarê de namzetê “Lihevkirina Bajar” Ahmet Ozer weke Şaredarê Esenyurt a Stenbolê hatibû hilbijartin. Ozer, bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derheqê Ozer de bi îdiaya “fînansoriya rêxistinê” lêpirsîneke nû da destpêkirin.    2 MIFETÎŞ HATIN PEYWIRDARKIRIN   Hat dyarkirin ku di lêpirsînê de tê lêkolînkirin bê ka Ozer di dema şaredartiya xwe de ji rêxistinê re pere şandiye yan na û bi vê boneyê 2 mifetîşên mulkiyeyê yên Wezareta Karên Hundir hatine peywirdarkirin.