PSD’ê bertek nîşanî qeyûm da: Bi sedemên siyasî tên tayînkirin 2024-11-12 13:24:23 ENQERE - Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê diyar kir ku divê tayînkirina qeyûman bi dawî bibe û wiha got: “Hewcehî bi hewldanên cidî yên ji bo lihevkirina bi kurdan re hene.”  Lijneya Rêveber a Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (PSD) têkildarî tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Mêrdîn, Êlih, Xelfetî ya Rihayê û Esenyurt a Stenbolê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku tayînkirina qeyûman bi sedemên siyasî tê kirin û banga berdana hevşaredarên girtî hate kirin.    ‘EM ZEXTÊN LI SER DEM PARTIYÊ ŞERMEZAR DIKIN’    Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li şûna wan bi darê zorê rêveber hatine tayînkirin. Em zextên bi mebestên siyasî bi sala ye li dijî DEM Partiyê tên kirin bi tundî şermezar dikin. Serdestiya hiqûqê li Tirkiyeyê gav bi gav tê tunekirin û em vê bi fikarên mezin dişopînin. Divê ‘teror’, ji bo tunekirina rêgezên sereke yên hiqûqê weke bivir neyê bikaranîn. Hewcehî bi hewldanên cidî yên ji bo lihevkirina bi kurdan re heye. PSD bibiryar e ku pêkvejiyana li Almanya û Tirkiyeyê baştir bike. Divê çareseriya aştiyane, lihevkirineke dirûst a bi kurdan re û pêwendiyên li ser zemîneke demokratîk û mekeqanûnî, esas were girtin.”