Girtiyên jehrî bûn nehatin dermankirin 2024-11-13 09:04:00 AMED -Dayika Yûnûs Emre Ergîn ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Îslahiyeyê girtî Serap Ergîn diyar kir ku her çend girtî ji ber xwarina ku xwarone jehrî bûne jî, nehatine dermankirin. Serap Ergîn (49) dayika Yûnûs Emre Ergîn ê di Girtîgeha Tîpa D a Islahiyeyê de, di 4'ê Mijdarê de bi kurê xwe re axiviye. Dayik Ergînê diyar kir ku kurê wê ragihandiye ku ji ber xwarinê jehrî bûne û piştî jehrîbûnê ew nebirine nexweşxaneyê. Ergînê diyar kir ku kurê wê jê re gotiye ku rewşa gelek hevalên wî piştî jehrîbûnê xirab bûye û piştî 2 rojan bijîşkê revîrê hatiye, lê tenê di ser re ew muayene kirine û bêyî mudaxile bike çûye.    'WAN NABIN NEXWEŞXANEYÊ'   Ergînê diyar kir ku bandora jehrê hê jî didome û wiha got: "Hevjîna hevalê wî yê qawîşê telefon kiriye û gotiye ku hîna nexweş in. Bi tu awayî ew nebirine nexweşxaneyê. Gotine 'Tiştek bi we nayê' û wan nabin nexweşxaneyê. Nêzî 11 kesan in û hin hevalên wan hene, taqeta meşê di wan de tune ye, lê dîsa jî ew nebirine nexweşxaneyê."    Ergînê diyar kir ku girtiyên din ên ku bi kurê wê re di heman qawîşê de mane re hevdîtin pêk aniye û wan jî bûyera jehrêkirinê ji malbatên xwe re gotiye û got ku piştî jehrêkirinê jî pirgsirêkên tenduristiyê yên gelekan didome.    'NAYÊ DERMANKIRIN'   Dayk Ergînê anî ziman ku piştî bûyera jehrêkirinê telefonî rêveberiya girtîgehê kiriye û rêveberiyê jê re gotiye ku "jehrîbûn ji ber sedemeke nediyar pêk hatiye" û wiha got: "Bila dengê zarokên me yên li girtîgehê bibihîzin. Bila nebêjin ew bêxwedî ne. Divê em hemû xwedî li wan derkevin."    Dayik Ergînê diyar kir ku kurê wê dema li Girtîgeha Tîpa D a Amedê bûye ji ber nexweşiya vîtriologg (nexweşiya sîstema parastinê ya ku weke lekeyên spî xwe nîşan dide) dihat dermankirin, lê li Girtîgeha Tîpa D a Îslahiye ya Dîlokê dermankirina wî nehatiye kirin. Ergînê diyar kir ku formayê Amedsporê ku ji kurê xwe re kirî nedane wî û gotine "Bi navê Amed cihek tune ye" û ji ber ku kurê wê li ber vê rabûye cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn. Ergînê bang li raya giştî kir ku li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê rabe û got: "Em li zarokên xwe yên li girtîgehê xwedî derkevin. Ne tenê em, divê her kes di vê mijarê de hestiyar be."   Yunus Emre Ergîn di sala 2018’an de li Farqînê hatibû binçavkirin û girtin. Ergîn ê ku li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Amedê dihat darizandin bi îdiaya "Bêyî endamê rêxistinê be, li ser navê rêxistinê sûc kiriye" û "madeyên teqîner peyda kirine" 11 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.