Çiyayên Cûdî û Gabarê bi dînamîtan tên tunekirin 2024-11-13 09:04:58 ŞIRNEX - Li çiyayên Cûdî û Gabarê ku wêrankirina xwezayê ya hatiye destpêkirin didome, bi teqandina dînamîtan qadên xezalên ku bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye, tên tunekirin.  Li Çiyayê Gabar û Cûdî û herêma Besta ya Şirnexê darbirîna ku 4 sal beriya niha dest pê kiribû, li bejahiya navçeyên Qileban û Elkê berdewam dike. Li herêmê wêrankirina xwezayê ku ewil bi şewatên ku leşkeran derdixistin dest pê kir, bi birîna daran dewam kir. Şewata ku derdiket jî bi hinceta "ewlehiyê" mudaxile lê nedihat kirin û welatiyên ku dixwestin mudexile bikin jî dihatin astengkirin. Di şewatên ku derketin de bi dehan qadên daristanî bûn ax. Hikûmeta ku bi şewatan nikarîbû daran xelas bike vê carê jî bi ser navê "ewlehiyê" dest bi birîna daran kir. Piştî birîna daran a ku ji aliyê cerdevanan ve di bin çavdêriya leşkeran de hat destpêkirin û 3 salan bênavber dewam kir jî, lêgerîna madenê û talana neftê dan dest pê kirin.    Çiyayê Cûdî ku lê lêgerîna madenê dewam dike ji aliyê şîrketên nêzî hikûmetê ve bi dînamîtan tê rûxandin, hemû çavkaniyên debara jiyanê ya şöniyên herêmê tê tunekirin. Di dîmenên herî dawî de ku hatine kişandin, tê dîtin ku çiya bi maşînên giran tije bûye û bi dînamîtan tê teqandin.    LI GABARÊ QADÊN XEZALAN TUNE DIKIN      Li Çiyayê Gabarê talana neftê ya ji aliyê Saziya Petrolê ya Tirkiyeyê (TPAO) ve hatiye destpêkirin, dewam dike. Şîrketa navborî li gelek noqte û gundên herêmê bîrên tesbîtkirinê çêdike. Di dîmenên ku nû hatin kişandin de jî tê dîtin ku qadên xezalên ku nifşê wan bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye, bi dînamîtan hatine teqandin û her wiha li şûna darên li herêmê hatine birîn birc (qûle) tên çêkirin û ji bo leşkeran rêyên nû tên çêkirin.   MA / Zeynep Durgut