Ji bo faîlê Hîlal Kar cezayê muebbeta girankirî hat xwestin 2024-11-13 09:51:34 AMED - Îdianameya derheqê Mehmet Demîrhan de ku Hîlal Kar qetil kiribû, piştî 5 mehan hate amadekirin. Di îdianameyê de ji ber sûcê “Kuştina bi plankirî û biqesdî” cezayê muebbeta girankirî hat xwestin.  Jina bi navê Hîlal Kar di 23’yê hezîranê de li taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê ji hêla Mehmet Demîrhan ve hate qetilkirin. Demîrhan ê piştî qetilkirina Kar reviya û demekî dirêj nehate girtin, 4 meh piştre di 3’yê cotmehê de li navçeya Sûrê hate binçavkirin û piştre hate girtin.    Derheqê faîl Demîrhan de bi sûcê “kuştina plankirî û biqesdî” îdianame hate amadekirin û îdianame ji hêla 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hate qebûlkirin.    QEYDÊN KAMERAYÊ   Di îdianameyê de hate diyarkirin ku du gule li Hîlal Kar ketine û rapora otopsiyê ya Saziya Tipa Edlî (ATK) hêj nehatiye amadekirin. Îfadeyên kur û xwişk-birayên Kar jî di îdianameyê de cih girtin. Hat gotin ku Demîrhan qebûl nekiriye Kar li cihekî cuda bixebite û zext lê kiriye. Di heman demê di îfadeyên kur û xwişk-birayên Kar de hat destnîşankirin ku Demîrhan û Kar bi demê re cuda jiyane, Kar li cem xwişka xwe ma ye û rojek beriya bûyerê anku di 22’yê hezîranê de Demîrhan çûye cihê şûştina wesayîtan a Kar lê dixebitî, gefa kuştinê lê xwariyê û kamerayên têkildarî bûyerê jî di dosyayê de cih girtin.    Di îdianameyê de hat diyarkirin ku çeka Demîrhan Kar pê qetil kiribû nehatiye dîtin. Hat destnîşankirin ku faîl Demîrhan hatiye ber mala Kar lê dijiya, li ber wê kêmîn daniye, dema Kar ji malê derketî bi milê wê girtiye û xwestiye wê bi darê zorê bibe û dîmenên kamerayan ên van kêliyan hene. Di îdianameyê de hat daxuyandin ku di roja bûyerê de Kar li dijî Demîrhan li ber xwe daye lê faîl piştî qetilkirina Kar bi lez û bez ji cihê bûyerê reviyaye û di 3’yê cotmehê de hatiye girtin.    AJOKARÊ TEXSIYÊ FAÎL TEŞHÎS KIR   Îfadeyên kurê Kar ê bi navê A. jî di îdianameyê de cih girt. A., di îfadeya xwe de got ku Demîrhan gef li dayika wî dixwar. Îfadeyên ajokarê texsiya ku dema Demîrhan direviya lê siwar bûbû yê bi navê O.O. jî di îdianameyê de cih girt. O.O., di îfadeya xwe de got ku di roja bûyerê de kesekî di nava tirs û xofê de û dileriziya li wesayîta wî siwar bûye û li devera girtîgeha berê paya bûye û Demîrhan teşhîs kir.    QALIKÊN GULEYAN HATIN DÎTIN   Di îdianameyê de hat gotin ku di encama lêkolîna cihê bûyerê de 2 qalikên 7,65 mm hatine dîtin. Îfadeyên faîl Demîrhan ê hatibû binçavkirin jî di îdianameyê de cih girt. Demîrhan, cînayet vegot û got; “Ez poşman nînim.”    'BI PLANKIRÎ QETIL KIR’   Di beşa nirxandinê ya îdianameyê de hate gotin ku faîlî cînayet ji şev ve plan kiriye û Kar bi awayekî plankirî qetil kiriye. Hat diyarkirin ku faîl Demîrhan roj beriya cînayetê gefa “kuştinê” li Kar xwariye, bi vê jî bisînor nemaye û bi şev plana cînayet kiriye, di sersibeha bûyerê de xwe li ber mala Kar veşartiye û li benda derketina Kar maye, dema derketî bi milê wê girtiye û xwestiye bi darê zorê bibe, li naverasta kolanê bi çekê qetil kiriye û cînayeteke plankirî ye.    Dozger, di îdianameyê de cih da îçtîhadên Dadgeha Bilind jî. Piştî rêzkirina îçtîhadan, dozger got; “Li dijî jinê sûcê kuştina biplankirî û biqesdî” hatiye kirin.    DANIŞÎNA EWIL DI 27’Ê ÇILEYÊ DE YE   Dozger xwest ku Demîrhan bi sûcê muebbeta girankirî were cezakirin. Danişîna ewil a dozê dê di 27’ê çileya 2025’an de li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê were lidarxistin.    MA / Mujdat Can