Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin 2024-11-15 09:52:44   COLEMÊRG - Li qada Geliyê Diriyan a li navçeya Geverê operasyona leşkerî hae destpêkirin.    Li gundên Bilindbasan, Soryan, Dileze, Marê, Şahê, Pagengê û Şîşemzîn ên girêdayî navçeya Geverê ya Colemêrgê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Operasyon, li dijî Geliyê Diriyan hatiye destpêkirin û gelek leşker û cerdevan tev li bûne.    Di heman demê de hat ragihandin ku li ser rêya di navbera bajarokê Bajêrgehê û navenda Geverê de jî xebatên lêgerîna mayinan tên kirin.