DEM Partiyê hevdîtina xwe ya bi Partiya Saadetê re taloq kir 2024-11-15 15:50:53   ENQERE - Hevdîtina ku dihat payîn di navbera Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglû de were kirin, hate taloqkirin.    Dihat payîn ku Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan îro bi Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglû re hevdîtinê bikin. Hevdîtin hate taloqkirin. Hat gotin ku Karamollaoglû nexweş bûye lewma hatiye taloqkirin.    Hat zanîn ku hevdîtin dê hefteya pêş li Navenda Giştî ya Partiya Saadetê were lidarxistin.    DEM Partî dê sibe jî bi Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan û Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan re hevdîtinê bike.