'Em dixwazin bajarên li ser esasê wekheviya zayendî ava bikin' 2024-11-16 09:42:40   AMED - Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ozden Gurbuz Sumerê, diyar kir ku armanca wan ew e ku bi kampanyaya "Gotina me neqediyaye: Em ê bi hev re tundiyê rawestînin" bajarekî li ser esasê wekheviya zayendî ava bikin.   Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi daxuyaniya ku di 13'ê Mijdarê de li Amedê  bi dirûşmeya "Gotina me neqediyaye. Em ê bi hev re tundiyê rawestînin" dest bi kampanyaya salekê kir. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo bîranîna jinên di 14'ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest dane, di çarçoveya kampanyayê de yekemîn çalakiya xwe bi çandina şitilan pêk anî.   Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ozden Gurbuz Sumer, têkildarî kampanyayê û xebatên ku dê di vê çarçoveyê de bimeşînin axivî.   ÇALAKÎ WÊ SALEKÊ BIDOMIN   Sumerê anî ziman ku ew wekî şaredarî naxwazin 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinê di nava du hefteyan de asê bikin û got ku xebatên hişyarkirina tundiyê wê piştre jî bidomin. Sumerê diyar kir ku divê bûyerên tundiyê yên li welêt zêde dibin veguherin kampanyayeke salekê, ne kampanyayeke du hefteyî û got ku li hemberî tundiya aborî, derûnî, dijîtal û fizîkî hin berpirsyarî derketine holê. Sumerê destnîşan kir ku mudûr û yekeyên herî girîng ên di nava şaredariyê de midûriyet û yekîneyên têkoşîna li dijî tundiyê ne û destnîşan kir ku armanca wan ew e ku van midûriyet û yekîneyan çalak bikin.   Sumerê anî ziman ku ev demeke dirêj e mekanîzmayên serlêdana li dijî tundiyê di nava şaredariyê de kêm bûne û wiha got: “Di vê kampanyaya salekê de li gel hemû şaredariyên navçeyan em dixwazin mekanîzmayên ku jinên rastî tundiyê tên ji nû ve çalak bikin û jhejmara stargeh û navendên şêwirmendiyê zêde bikin. Bi heman awayî, em ê li ser xurtkirina mekanîzmayên ku jin dema xwe ne ewle hîs dikin an jî di bin tundiyê de bin, rêzeke lêkolînên demdirêj pêk bînin, wekî xetên 'Alo tundiyê." Bi heman awayî, em dixwazin ku ev kampanya bibe munasebet ku li gel dezgeh û rêveberiyên me yên din, di warê ji nû ve avakirina bajarekî de ku ji wekheviya zayendî re hestiyar be."   Sumerê got: "Helbet em dixwazin tundiyê bi temamî rawestînin, lê rastiyeke civakî jî heye." Sumerê destnîşan kir ku ew ê mekanîzmayên di destê xwe de ji bo kêmkirina vê tundiyê bi kar bînin û got: "Yek ji armanca me ya herî mezin jî hişyarkirina ji bo tundiya li ser jinê ye."   ‘GOTINA ME NEQEDIYAYE'   Sumerê da zanîn ku ew ê kampanyayê bigihînin beşên herî berfireh civakê û wiha got: “Yek ji xizmetên herî bingehîn ên şaredariyê xizmeta civakî, çandî û jinan e. Yên van mkeanîzmayan veke û pêhesandinê çêbike em in. Em wekî midûriyetên şaredariyan em tenê di nava çar dîwaran de polîtkayekê nemeşînin. Em ê liq adê xebata vê yekê jî bikin. Li qadan hevdîtina bi jinan re, hevdîtinên li tax û gunan, li qehwexaneyan..."   Sumer got: Gotina me jinan neqediyaye, em jin di nava hewldana rawestandina vê tundiyê de ne. Em vê jî wekî berpirsiyariyeke şaredariyê dibînin."   BANGAWAZÎ   Sumerê bilêv kir ku banga wan tenê ne ji bo jinan ji bo hemû ciwan, mêr û extiyarên li bajêr e û got: "Em dixwazin her kes tevlî xebatên me bibe. Û em li benda alîkariya her kesî ne."    MA / Rûkiye Adiguzel