Banga 'bila girtiyên nexweş bên berdan' 2024-11-16 15:48:50   ÎZMÎR -Şaxa  ÎHD'ê ya Îzmrê, bi minasebeta 25'ê Mijdarê bal kişand ser rewşa girtiyên jin ên nexweş û xwest ku girtiyên nexweş demil dest bên berdan.   Komîsyona Girtîgehan a Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, ji bo balê bikişîne ser rewşa jinên girtî yên nexweş ên li girtîgehan daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de pankarta "Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemînin, nebin şirîkê sûc" hat vekirin. Gelek welatî û Parlamentera Îzmîrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)  Burcugul Çubuk jî beşdarî daxuyaniya li ber Sumerbanka Kevin ali Konakê bû.   Li ser navê komeleyê Endama Lijneya Rêvebiriyê ya Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Gulay Bîlîcî daxuyani da, bal kişand ser rewşa jinên girtî ên nexweş li girtîgehan û wiha got: “Hanîfe Arslan (81): Arslan a ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Wanê girtî ye, bi KOAH, ulsera mîdeyê, şekir, dil û tansiyona bilind, êşa wê ya giran a ji ber windabûna avên di movikan de heye û zehmetiyên livînê jî dijî. wpiştî Covid 19 Ji ber zirara pişika wê di nefes girtin û dayînê  de zehmetî dikişîne.  Di bin şert û mercên girtîgehê de Arslan bi alîkariya kesên din jî lênerîna xwe ya şexsî pêk tîne.   Hatîce Yildiz (75): Hatîce Yildiz a ku di 22'ê Adara 2024'an de li ser sedyeyê ji malê hat derxistin û li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hat girtin, tevî ku nexweş bû jî li gel nexweşiyên xwe li girtîgehê tê girtin.   Muhlise Karagüzel (61): Karagüzel a ku gelek pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene, lê pêdiviyên wê bi cih naynin, ji ber nerehetiya çavên wê pêwîstiya wê bi emeliyatê heye, lê piştî emeliyatê ji ber nebûna hawirdora paqijiyê xetereya windakirina çavên wê heye.    Hatîce Onaran (60): Nexweşa Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê û parêzvana mafên mirovan Hatîce Onaran ji ber nexweşiyên ku di sala 2020'an de pê re derket, kolonoskopî kirin û di encamê de girseyek rûviyên wê hatibû giritn.  Di encama lêkolînê de, li gorî rapora patholojiyê, hate diyarkirin ku girseya kanserê ye û tumor di nav rûvî de belav bûye û piştre jî pêvajoyên kemoterapiyê hatin destpêkirin û pêwîst bû ku nexweş berdewam di bin kontrolê de bimîne. Lê Hatîce di girtîgehê de tê girtin.   Piştre navên nexwşên li girtîgehên egeyê û nexweşiyên wan li binê raporê hatin rêzkirin.   Gulay bîlîcî herî dawî diyar kir ku mafê jiyanê yê girtiyên nexweş ji dest wan hatiye giritn û mafên wan e ku li gorî rûmeta mirovahiyê bi wan re têkilî bê danîn û wiha bang kir: "Nexweşên ku li girtîgehê nikarin bên derman kirin jî divê demildest cezayê wan bê taloqkirin û serbest bên berdan."