Parêzerê Abdullah Ocalan: Divê ji bo çareseriyê bingeha pêwîst were amadekirin 2024-11-17 10:05:55 STENBOL - Parêzer Emran Emekçî diyar kir ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê didome û wiha got: “Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe ya di çareserî û aştiyê de bilîze, hewceye bingeha wê were amadekirin.”  Tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, di 17’ê mijdara 2009’an de piştî xistin hucreyê hêj girantir bû. Abdullah Ocalan ji hucreyeke 12 metrekareyê derbasî hucreyeke 6 metrekare hate kirin. Abdullah Ocalan, di hevdîtina rojek piştre ya bi parêzeran de hucreya behsa xeberê weke “Kora mirinê” û “Darbeya 17’ê mijdarê” nirxand. Abdullah Ocalan, piştî tecrîda mutleq a 43 mehan, di 23’yê cotmehê de bi biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin kir û got ku tecrîd hêj didome.    'TECRÎD, PERGALA ÎŞKENCEYÊ YE’   Ji paêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Emran Emekçî “Darbeya 17’ê Mijdarê” û pergala li Îmraliyê nirxand. Emekçî, da zanîn ku Îmrali, demekî kin beriya komploya 15’ê Sibata 1999’an hatiye dîzaynkirin û wiha got: “Ne li gorî qanûn û Destûra Bingehîn, li gorî tecrîdê hatiye avakirin. Tecrîd jî rêbazekî îşkenceyê ya zirav e. Ji hêla psîkologên Pentaganê ve bi taybet hatiye amadekirin. Armanc jî ew e ku kes bi tenê were hiştin, têkiliya bi civakê re were qutkirin, îradeyê bişikînin û bikişînin ser xeta xwe. Ji ewil jî li ser birêz Ocalan hate ceribandin. Birêz Ocalan jî di nirxandinên xwe de vê rewşê weke ‘girtina bi milyonan mirovan a di hucreyê de” nirxand. Armanc ev bû û sepanên wê jî li gorî vê hatin pêşxistin.”    RÊBAZA LI ÎMRALIYÊ KETIYE MERIYETÊ   Bi domdarî Emekçî, anî ziman ku piştî Projeya Rojhilata Navîn a Demokratîk ku Abdullah Ocalan li dijî Projeya Rojhilata Navîn a Mezin pêş xistî, tecrîd hêj girantir bûye û ev tişt anî ziman: “Di esasê xwe de li vir tişta tê hedefgirtin, hewldanên Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê ne. Birêz Ocalan, xwest hewldanên xwe yên ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê di sala 1993’yan de bi Ozal re pêş bixe. Lê belê ev pêvajo bi mirina biguman a Ozal re hate sabotekirin. Dema bersiv ji agirbesta 1995’an re dihat dayin, di 6’ê gulana 1996’an de li dijî birêz Ocalan suîqest hate kirin. Anku bi wê sûîqestê hewl dan muxatabê sereke yê aştiyê tune bikin. Piştre jî rêbazeke nû xistin meriyetê. Bi komployê revandin, radestî Tirkiyeyê hate kirin û bi rêya tecrîda girankirî jî mirineke bi demê re hatiye vehêlandin xistin meriyetê. Em ji vê re dibêjin korîdora mirinê. Anku rejîma em jê re dibêjin girtîmayîna heta mirinê, şêweyeke îdama postmodern e.”    Parêzer Emran Emekçî   PERGALA TECRÎDÊ YA JI 3 QONAXAN PÊK TÊ   Emekçî, diyar kir ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ji 3 qonaxan pêk tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêvajoya ji sala 1999’an heta 2005’an pêvajoya avakirina tecrîdê ye. Wê demê darizandinên Îmraliyê hebûn û heta astekî bi malbat û parêzeran re hevdîtin dihatin kirin. Şert û mercên Îmraliyê giran bûn û ji ber hewayê, tenduristiya mirov xerab dibû. Rifat Ilgaz digot; ‘Mirovek nikare li vir 2 salan li ber xwe bide.’ Di 1’ê hezîrana 2005’an de di qanûnê de guhertin hate kirin û pergala tecrîdê ya li Îmraliyê derbasî qonaxa duyemîn bû. Di vê pêvajoyê de tecrîd bêhtir giran bû. Bi van qanûnan re pirtûkxane ji dest hate girtin û tenê destûra 3 pirtûkan dan. Her wiha sepanên cuda ketin meriyetê. Mewzûata dewletê bi awayekî komî li gorî birêz Ocalan hate dîzaynkirin. Qanûnên wê demê ketin meriyetê îro li gelek girtîgehan di meriyetê de ne.    Hucreya birêz Ocalan jî di vê serdemê de hate guherandin.  Birêz Ocalan ji bo hucreyê digot; ‘Hesta mirinê di mirov de ava dike û ya herî girîng jî ez bêhewa dimînim.’ Anku weke hewldaneke fetisandina îrade û fîzîkî dinirxand. CPT wê demê çû giravê û raporek amade kir û hinek pêşniyar kir. Yek aliyekê Darbeya 17’ê Mijdarê jî, bi awayekî bersiv didan hewldanên ji bo çareseriyê. Birêz Ocalan di hevdîtinên bi parêzeran re de ji bo cezayên hucreyê digot; ‘Li vir li min ferz dikin ku mijarên siyasî neaxivim.’ Heta di hevdîtinên bi parêzeran re de mudaxile dihate kirin û digotin; ‘Axaftinên siyasî neke.’ Birêz Ocalan ji bo vê digot; ‘Ez rêberekî polîtîk im û weke Rêberê PKK’ê têm darizandin. Ma dê li ser çîçek û kêzikan biaxivim.’ Bi van gotinan ev zext qebûl nedikir.”    SEKNA ABDULLAH OCALAN A LI ÎMRALIYÊ    Emekçî, destnîşan kir ku tiştên diqewimin parçeyeke komployê ye û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan, got; ‘Komplo li ser mirina min hate pêşxistin û heke ez bikevim nava hewldaneke wiha dê komplo bi ser keve.’ Heke birêz Ocalan bi awayekî li wir were bidarvekirin an jî ji hêla fîzîkî ve were tunekirin, dê şerê tirk-kurdan kûrtir bibe. Jixwe hesabên komplogeran di vê mijarê de hebûn. Heke tifaqa yekitiya demokratîk a tirk-kurdan bihata avakirin dê komplo vala derketibûya. Hem Tirkiye, hem kurd hem jî Rojhilata Navîn dê ev pirsgirêk nejiyana. Birêz Ocalan di cîlda 5’emîn a parastina xwe de dibêje; ‘Min fêm kir ku Tirkiye ne dikare li ser navê xwe şer bike ne jî aştiyê bike. Rola ku dayina Tirkiyeyê ew bû ku parastina berjewendiyên pergalê yên li herêmê û rola cendirmetiyê bû.’ Tesfiyekirina Ozal, felckirina Ecevît, paşvegav bi Erdogan dan avêtin, ev teke ji ber vê ye. Lewma jî fikriyata Rêya Sêyemîn hate pêşxistin. Bi Rêya Sêyemîn re xwest hêzên demokrasiyê di bin heman sîwanê de bîne gel hev, bibin rêveberî û bi guherandina destûra bingehîn vê valahiyê tije bike. Birêz Ocalan, got; ‘Sekna min a li vê derê, ji veguherîna demokratîk re erê, ji tesfiyeyê re na ye.’ Kurteçîroka sekna birêz Ocalan a 25 salan a li Îmraliyê ev e. Lê belê dewlet û hikûmetê di van 25 salan de her tim bi tesfiyeyê bersiv da.”    SERDEMA TECRÎDA MUTLEQ    Emekçî, anî ziman ku qonaxa sêyemîn a pergala tecrîdê ya li Îmraliyê jî tecrîda mutleq e û wiha got: “Ev qonax jî piştî hewldana derbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an kete meriyetê. Dema em li biryara 1’emîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ya di tîrmeha 2016’an de dinihêrin, qedexekirina hevdîtinên bi parêzeran re, qebûlkirina ziyaretvanan, qedexeya hevdîtina li ser telefonê, anku tecrîda mutleq rêz kirine. Bi awayekî giştî mafên girtiyan ên sereke binpê kirine. Tecrîd, di heman demê de berdewamiya pêvajoya derbeyê ye. Qeyûm, di heman demê de qanûnên derbeyê ne. Di 20’ê tîrmehê de tecrîda mutleq a li dijî birêz Ocalan pêş xistin. Di 21’ê tîrmehê de jî biryarnameyek derxistin û bi vê re li qanûna şaredariyan madeyeke pêvek lê zêde kirin. Bi vê yekê re pêşiya qeyûman vekirin. Ya ku niha di meriyetê de jî rejîma hiqûqê ya îstîsnaî ye.”   'DIVÊ OCALAN AZAD BIBE’   Emekçî, bal kişand ser hevdîtina Abdullah Ocalan a piştî 4 salan bi biraziyê xwe Omer Ocalan re kirî û ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan got ku tecrîd didome. Ev hevdîtina bisînor nayê wateya rakirina tecrîdê. Ji ber ku hikûmxwarekî jirêzê jî hefteyê rojekê li ser telefonê diaxive, serdanên malbatê û hevdîtina rû bi rû hene. Ev qanûn, mafên gerdûnî ne. Jixwe gelê kurd ji Lozanê heta niha tecrîdê dijî. Ev tecrîd dê çawa were rakirin? Bi naskirina mafên şexsî û kolektîf ên kurdan re û bi vekirina deriyên Îmraliyê re. Biryarên DMME’yê li holê ne. Divê azadiya birêz Ocalan were naskirin. Mîna De Klerk divê qanûnên muzakereyê yên wêrek bên derxistin û ev kar bê bidawîkirin.”    'DIVÊ BINGEHA PÊWÎST WERE AMADEKIRIN’   Emekçî, axaftina xwe wiha qedand: “Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de got; ‘Heke derfet çêbibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku pêvajoya pevçûn û tundiyê derbasî zemîna hiqûqî û siyasî bikim.’ Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe ya çareseriya demokratîk û aştiyê bilîze, divê bingeha pêwîst were amadekirin. Heke şert û merc bên avakirin, dê pêvajo dest pê bike. Wê demê dê nexşerê jî were amadekirin. Dê bi biryardarî û biîradeyî ev nexşerê were cîbicîkirin. Pirsgirêk wiha çareser dibe. Ya din vala ye. Li tevahiya pêvajoyên aştiyê yên cîhanê binêrin. Du alî ye. Bi rewşa nepevçûniyê dest pê dike, bi nexşerêyê didome û bi destûra bingehîn bi encam dibe. Aştiyeke yek alî ya ‘bi tîpa tirkan’ aştiyeke sexte ye. Birêz Ocalan, parametreyên aştiyeke birûmet diyar kiriye. Bi vê yekê re hem dewlet hem hikûmet hem jî gel bi hev re qezenc dikin. Lê rêbaza din tenê bi kêrî kûrkirina şerê kurd-tirkan û komployê tê. Ji kurdan bêhtir bi tirkan dide windakirin. Binêrin, rewşa dewletê ya niha mînaka vê ye. Ketine nava çiravekê. Ji bo nirxandina vê yekê birêz Ocalan  şensekî pir mezin e.”    MA / Îbrahîm Irmak