Dayikên di 2014'an de li ser sînor: Em bi ruhê 2014’an xwedî li Kobanê derkevin 2024-12-27 09:07:25 ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê yên di sala 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê çûbûn ser sînor, bal kişandin ser êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha gotin: “Divê em dîsa bi ruhê 2014’an xwedî li Kobanê derkevin.”  Di Îlona sala 2014’an de DAIŞ'ê bi sedan gundên Kobanê dagir kir. Di 13’ê Îlonê de jî êrişî navenda bajêr kirin. Êrişên li dijî Kobanê, li her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê rê li ber bertekeke mezin a gelê Kurd vekir. Bi taybet jî piştî gotina serokwezîrê demê Tayyîp Erdogan a “Kobanê jî ket, dikeve”, bi milyonan kes herikîn qadan û ser sînorê Pirsûs a Rihayê ku li hemberî Kobanê ye. Li vir dayikan nobet digirtin û ciwanan jî têlên sînor derbas dikirin û berê xwe didan Kobanê. Dayikan, tevî êriş, zextan û zehmetiyan jî dev ji berxwedana xwe bernedan û heta rizgarkirina bajar jî li ser sînor man.    Piştî ku rejîma Baasê ya Sûriyeyê di 8'ê Kanûnê de hate hilweşandin, Heyet Tehrîr El Şamê (HTŞ) hikûmeta demkî ava kir. Bi awayekî hemwext jî dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê dest bi êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di heman demê de amadekariyan dikin ku careke din êrişî Kobanê bikin.    Dayikên ku di sala 2014'an de bi banga seferberiyê berê xwe dan sînorê Pirsûs-Kobanê û şahidiya rizgariya Kobanê kirin, têkildarî êrişan axivîn.    'DAYIK BÛN MERTAL'   Ji dayikan Hanim Babat (68) a ku li gel bangawaziyê berê xwe da sînorê Kobanê, diyar kir ku ew dayik ji berxwedanê re her tim amade ne û xwedîderketina li Rojava erka her kurdekî ye. Hanim Babat, wiha domand: “Wê demê bi bangawaziya xwedî li Kobanê derketin me jî weke dayikên Botanê berê xwe da sînorê Kobanê û em herikîn wê derê. Me dayikan li wir nobet girt. Me dayikan li wê derê xwarin ji hevalên ku hatine re çêdikir, cenaze dihatin me ew cenaze pêşwazî dikirin û bi girseyî dibirin nexweşxaneyê. Me gelek cenaze birin Pirsûsê defin kirin. Ez bi xwe 6 rojan li sînor mam. Em vegeriyan lêbelê 2 roj neketin em dîsa vegeriyan ser sînor. Dema ku me li wir dest bi nobetê kir agir berdidan konên me, her roj êrişî me dikirin. Ciwanan têl diqetandin û derbasî Kobanê dibûn. Gelek ciwan çûn tev li bûn. Gelek êriş hebûn. Li aliyekî DAIŞ û aliyek jî leşkerên tirk êrişî me dikir. Lêbelê dayik li tevî van astengiyan jî xwedî li Kobanê derketin. Dayik bûne mertal. Em dîsa bi ruhê sala 2014'an xwedî li Rojava, li Kobanê derbikevin."    'EM Ê DÎSA BI TILILIYÊN XWE MIZGINIYA SERKEFTINÊ BIDIN'   Hanim Babat, bang li her çar perçeyên Kurdistanê kir ku ji bo parastina deskeftiyên gelê Kurd divê ku tifaqiya xwe ava bikin û wiha domand: “Em dîsa li ser pêya ne û çi bikeve ser milê me em ê bikin. Bangawaziya me ji çar parçeyên Kurdistanê re heye; bila destê xwe bidin hev bila bibin yek. Heta ku em nebin yek em ê biçin yek bi yek. Çawa ku di wê salê de em xwedî li zarokên xwe û Kobanê derketin em ê dîsa xwedî li Rojava derkevin. Heta ku em sax bin em ê piştgiriya Rojava bikin. Bi şev xew nakeve çavê me, şer giran e zarokên gelê me di nava vî şerî de ne, xewa me û sebra me nayê. Îro roj roja hebûn û nebûnê ye, divê em xwedî li hebûna xwe derbikevin. Niha jî nobet destpêkirine û em dîsa diçin û bila gelê me jî bê. Serkeftin ya me ye, serkeftin ya gelan e. Me wê demê bi tililiyên xwe piştgirî dida şoreşa Rojava. Tililiyên me nasekinin em ê dîsa bi van tililiyan mizginiya serkeftinê binîn. Heke ku em dest bidin hev serkeftin ê ya me be.”    'HEBÛN Û NEBÛNA ME DI VÊ PÊVAJOYÊ DE DIYAR DIBE'   Dayika Aştiyê Emîne Alkiş (68), jî bi lêv kir ku wan di sala 2014'an de şahidiya demên dîrokî kirin û got ku ev pêvajo jî dê rojên dîrokî binivîse û ev tişt anî ziman: “Di sala 2014'an de gel rabû ser piyan û seferberî dest pê kir. Jin, ciwan û kal bi hevre rabûn ser piyan û piştevaniya gelê Kobanê kirin. Ez 7 rojan li sînor mam. Me dayikan ji aliyekî ve xwarin çêdikir û aliyekî de jî çalakî dikir. Tişta ku diket ser milê me, me dikir. Me bang li gelê xwe dikir ku bên xwedî li Rojava derbikevin. Heke ku îro jî em bi heman ruhî nerabin ser piyan û em destê hevdu negirin, em ê sedsalên din paşve biçin. Îro dem dema azadiyê ye. Dem ew deme ku dayik û ciwan rabin ser piyan. Îro firsend ketiyê destê me. Bi destûra xwedê serkeftin a me ye. HSD ne bêxwedî ye, Kobanê ne bêxwedî ye. Em dayik amade ne. Bangawaziya min ji gel re jî ev e; rabin ser piyan. Em ê dîsa li sînoran bin û li ber xwe bidin. Di wê demê de 7 salî heta 70'ê salî gel herikî ser sînor. Bila dayik bizane ku hebûn û nebûna me di vê pêvajoyê de diyar bibe. Dem dema yekitiya me ye. Li çar parçeyan rabin ser piyan. “    'DESTÊ XWE BIDIN YEK'   Ji Dayikên Aştiyê Rihan Arsu (70) jî bal kişand ser çalakiyên nobedê yên li ser sînorê Qamişlo û Kobanê û ev bang kir: “Ez 8 rojan li ser sînor mam. Em ji bo aştiyê, ji bo wekheviyê çêbûn. Dîsa di vê pêvajoyê de tişta ku dikeve ser milê me em dayik dê bikin. Em dayikên Botanê bang li hemû dayikên Kurdistanê dikin; destê xwe bidin yek. Bila ev şer di nava me de xelas bibe. Heta ku em nebin yek em biser nakevin. Di vê pêvajoyê de tişta ku ji me dayikan tê em ê bikin. Xwedê tifaqê û aramiyê bide gelê Kurd. Em dayik dîsa amade ne ku berpirsyariya vê pêvajoyê hildin ser milê xwe. Bila herkes bi vê hesasiyetê tevbigere û bibe tifaq. Heke ku tifaqiya me çêbû helbet wê serkeftin jî çêbibe."   MA / Zeynep Durgut