Hesabên X’ê yên MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê hatin astengkirin 2025-01-05 12:20:25 STENBOL - Hesabên X’ê yên MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê li Tirkiyeyê hatin astengkirin.  Hesaba X’ê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya @Maturkce, li Tirkiyeyê hate astengkirin. Têkildarî astengkirina hesaba ku 263 hezar şopînerên wê hene, tu agahî nehatin parvekirin.    Di heman demê e hesaba X’ê ya JINNEWS ya bi navê @jinnewsturkce jî hate astengkirin. Têkildarî sedema astengkirinê tu agahî nehatin dayin. Her wiha hesaba X’ê ya rojnameya Yenî Yaşamê jî hate astengkirin.