PDK û YNK ji bo hevdîtinên hikûmetê civiyan 2025-01-07 13:38:56   NAVENDA NÛÇEYAN - PDK û YNK dê civîna sêyemîn a ji bo avakirina hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê li dar bixin.    Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) îro di çarçoveya tura sêyemîn a hevdîtinên ji bo avakirina hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê de dicivin. Di hilbijartinên 20’ê Cotmehê de PDK’ê 39 û YNK’ê jî 23 kursî bi dest xistibû. Di hevdîtinên yekemîn û duyemîn de tu encam nehatibûn bidestxistin û şande cara sêyemîn bicivin.    Hat zanîn ku YNK ji PDK’ê xwestiye ku serokatiya Herêma Federe ya Kurdistanê dixwaze û ji bo vê pozîsyonê jî dikarin cîgirê serokwezîr Kubad Talabanî weke namzet nîşan bidin.    Li gel pozîsyona serokwezîrtiyê, di heman demê de YNK dixwaze wezaretên karên hundir, çavkaniyên xwezayî û şaredariyan ji wan re bên dayin.