Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî gelê diçû Bendava Tişrînê kir 2025-01-08 16:20:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî welatiyên dixwestin biçin Bendava Tişrînê kir.    Bertekên li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bendava Tişrînê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Îro ji gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek kes ber bi bendavê ve çûn.    Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî welatiyên ber bi bendavê ve diçûn kir. Hat zanîn ku di êrişê de hinek welatî hatin qetilkirin û hinek jî birîndar bûn.