Jin: Em ê tim pirsa 'Çi bû ji Rojînê?' bikin 2025-01-09 09:01:59 WAN - Aktivîsta TJA'yê Aynûr Saricayê diyar kir ku der barê mirina biguman a Rojîn Kabaîş de raya giştî bi şaş hatiye agahdarkirin û got ku ew ê dest ji pirsa "Çi hat serê Rojînê?" bernedin. Rêvebera Komeleya Jinan a Starê Meryema Aslanê jî got: "Dosyaya ku hê jî nehatiye zelalkirin ji bo dewletê şerm e."  Gumanên di dosyeya Rojîn Kabaîş a di 27'ê Îlonê de li Wanê winda bû û piştî 18 rojan cenazeyê wê hat dîtin, hîn jî vihê gengeşeyê ne. Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (Tevgera Jinên Azad-TJA) Aynûr Sarica û Rêvebera Komaleya Jinên Star Meryema Aslan li ser mijarê axivîn.    ŞERÊ LI DIJÎ JINAN'       Aktıvîsta TJA'yê Aynûr Saricayê diyar kir ku mirina jinan bi zanebûn razber tê hiştin û wiha got: “Her roj em bi mirin, xwekuştin û kuştinên jinan ên bi guman re rû bi rû dimînin, lê ji bo dawî li wan bê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ev têkoşîn jî pêvajoyeke ronahiyê ye. Bi hişmendiya jinê wê li hemberî êrişên vê zîhniyetê xweparastin pêş bikeve û ev zîhniyet ji holê bê rakirin."   Aynur Saricayê anî ziman ku li Tirkiyeyê hema bêje her kêlî jinek tê qetilkirin û got ku zîhniyeta mêraniyê li dijî jinan şer dimeşîne.    CIVAK ŞAŞ TÊ AGAHDARKIRIN   Aynur Saricayê bal kişand ser mirina biguman a Rojîn Kabaîş û got ku ew wekî tevgera jinan pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Aynur Saricayê da zanîn ku têkoşîna wan a ji bo rêveçûna şefaf a pêvajoyê berdewam dike û got: “Hê jî di dosyayê de tu pêşketin çênebûye. Pirsa yekem ku tê hişê me ev e 'Hûn çi vedişêrin, ji kê û çima?' Ger tiştekî veşêrin tune be, çima ji raya giştî re daxuyaniyeke zelal nayê dayîn? Çima ev mijar li pişt deriyên girtî tê nîqaşkirin? Dema em lêkolînên pisporan dişopînin diyar dibe ku tu delîlên 'xwekuştinê' tune ne. Lê belê em dibin şahid ku raya giştî şaş tê agahdarkirin."    Aynûr Saricayê destnîşan kir ku heya ji bo Rojîn Kabaîşê edalet pêk neyê wê têkoşîna wan bidome.    'ŞERM E JI BO DEWLETÊ'      Rêvebera Komaleya Jinê ya Star Meryema Aslanê jî diyar kir ku ji roja ewil ve bûyerê dişopînin û bal kişand ser xebat û lêkolînên ku bi Baroya Wanê re kirine. Meryema Aslanê got: “Dosyeya Rojîn Kabaîş a ku hîna jî nehatiye çareserkirin, şerma dewletê ye. Gelek daxuyaniyên ku ji roja ewil ve hatine dayîn û pêşkêşî çapemeniyê hatin kirin, nîşan didin ku dosye bi baldarî nehatiye nirxandin. Em bi zelalî dibînin ku dosye bi berfirehî nehatiye vekirin, bi veşartina delîlan hewl tê dayîn ku dixwazin wekî 'xwekuştinê' nîşan bidin."   MA / Rûken Polat