Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin 2025-01-14 14:21:25 ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan pirsên rojnamegeran bersivand û got ku divê deriyên Îmraliyê bên vekirin.  Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan piştî civîna koma partiya xwe ya li Meclisê pirsên rojnamegeran bersivand. Bakirhan, da zanîn ku ew nizanin ka dê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê kengî daxuyaniyê bide û dê hevdîtina duyemîn a li Îmraliyê kengî li dar bixe û wiha got: “Hêvîdarim di demekî herî nêz de biçin. Ev daxwaza me ye.”    ‘DIVÊ DERÎ BÊN VEKIRIN’   Bakirhan, pirsa têkildarî daxwaza Bahçelî ya ji bo hevdîtina duyemîn û “berdana çekan” jî wiha got: “Gotina birêz Bahçelî a ‘pirsgirêk bi tunehesibandinê çareser nabin’ girîng e. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê heye. Bi tunehesibandinê çareser nabin. Em nizanin dê li Îmraliyê bangekî çawa were kirin. Ji bo ew bang were kirin divê şande biçin wê derê. Divê derî bên vekirin. Li gorî min divê ev pirs ji hikûmetê were kirin.”