Ciwan Elbistanê diterikînin 2025-02-05 09:21:33   MEREŞ - Ciwanên Elbistanê ku yek ji navendên erdhejê bû, yek bi yek navçeyê diterikînin. Gelek mexdûrên erdhejê di konteyniran de dijîn û li xaniyên hatine dayin de jî pirsgirêka veguhestin û germbûnê heye.    Di erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan de li gel 11 bajaran, li gelek navçeyan jî wêraniyeke mezin çêbû û bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Navenda erdheja duyemîn, navçeya Elbistanê ya Mereşê bû ku zêdetirî 900 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran avahî jî hilweşiyan û wêran bûn.    Piştî erdhejê, koçberiya ji bajar zêde bû. Di sala 2022’yan de nifûsa navçeyê 141 hezar û 307 bû û di 31’ê Kanûna 2023’yan de jî nifûsa w3e weke 127 hezar û 755 kes hate ragihandin. Di serî de jî ciwan koç dikin. Di serî de bêkarî, gelek sedemên din dikin ku ciwan koçber bibin.    Piştî erdhejê bajar veguherî qada şantiyeyê. Li navenda navçeyê hinek avahî hati hilweşandin û hinek jî ji be dozên didomin nehatin temamkirin. Cîbicîkirina plansaziya kolan û cadeyan hate sekinandin û li beşeke mezin a sûka nvaendê jî esnaf di konteyniran de karê xwe dikin.    PIRSGIRÊKÊN GERMBÛN Û VEGUHESTINÊ   Piraniya malbatan hêj jî di konteyniran de dijîn. Li Taşburun, Kekîzmen, Kara Elbistan û li hinek qadên rezervê hêj jî çêkirina xaniyên TOKÎ’yê dest pê kiriye. Li gorî daneyên fermî, heta niha îhaleya 7 hezar û 459 xaniyan hatiye temamkirin û dest bi înşaetê kirine. Ji xaniyan 3 hezar û 621 jê hatin teslîmkirin.    Mexdûrên erdhejê yên li van xaniyên hatine teslîmkirin bicih bûn, bi pirsgirêkên veguhestin û germahiyê re rû bi rû ne. Mexdûrên erdhejê bi gazincin û dibêjin ku avahî ji bo wan biçûk in.    DI 81 SALIYA XWE DE LI KONTEYNIRÊ BI TENA SERÊ XWE DIMÎNE      Ji welatiyên beriya erdhejê di kirêyan de diman re xaniyên TOKÎ’yê nehatin dayin. Vê rewşê jî gelek welatî cara duyemîn mexdûr kir. Yek ji van welatiyan jî Guldane Karaca ya 81 salî ye.    Guldane Karaca, bi tena serê xwe di konteynirê de dijî û wiha dibêje: “Yên mal ji wan re derdikeve diçin. Ez maleke ku bikarim lê bihewim dixwazim. Debara xwe bi wê dikim. Di demên berê de min bi mûçeyê xwe kirêya xwe jî dida. Lê niha kirêyên xaniyan bûne 10 hezar TL. Di erdhejê de her tiştekî me çû. Em xwarinên şevî dixwin.”    Gelek mexdûrên erdhejê yên li konbajaran me pê re hevdîtin kir heman gilî û gazinc dikirin. Mexdûrên erdhejê dibêjin ku nedayina xaniyan û piştevaniyê, rewşa wan hêj girantir kiriye.    MA / Ceylan Şahînlî