Çelîk ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin 2025-06-09 15:44:41   AMED - Mehmet Çelîk ku piştî 30 sal û 6 mehan ji hefsê hate berdan, li warê xwe Amedê bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate pêşwazîkirin.”    Mehmet Çelîk (50) ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Kandirayê dihat ragirtin û piştî 30 sal û 6 mehan di 3’yê Hezîranê de hate berdan, li warê xwe Amedê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Çelîk, li Otogara Amedê ji hêla malbata xwe û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî ve hate pêşwazîkirin. Çelîk ku bi berzkirina tililiyan û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate pêşwazîkirin, yek bi yek hemû kes silav kir.   Çelîk, spasiya kesên ber wî ve hatin kir û got ku ji ber berdana xwe keyfxweş e. Çelîk, diyar kir ku li girtîgehan hêj gelek girtî hene. Çelîk, piştî axaftinê derbasî mala malbata xwe ya li navçeya Rezanê bû.    DER HEQÊ MEHMET ÇELÎK DE   Mehmet Çelîk, di sala 1994’an de li Mêrsînê hate binçavkirin û dadgehê bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbedê lê birî. Çelîk, li girtîgehên Konya, Burdur, Semsûr, Bolu, Îzmîr, Sêwereg û Rihayê hate ragirtin. Diviyabû Çelîk di Kanûna 2024’an de bihata berdan lê tehliyeya wî bi hinceta ku zexta “poşmantiyê” red kiriye, ji bo 6 mehan hate astengkirin.