Îsraîl: Qonaxa ewil a êrişan temam bû 2025-06-13 13:27:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê ragihand ku qonaxa ewil a êrişên li dijî Îranê temam bûye.   Îsraîlê ragihand ku qonaxa ewil a êrişên li dijî Îranê ku di saetên serê sibehê de dest pê kiribû, temam bû. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di êrişê de bi dehan balafirên şer hatine bikaranîn û wiha hate gotin: “Çendek tesîsên nukleerê yên li herêmên cuda jî di nav de, gelek deverên leşkerî hatin hedefgirtin. Qonaxa ewil a êrişan temam bû.”