Hevberdevka HDK’ê serdana xebatkarên KRT TV’ê kir 2025-06-16 16:00:22   STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş, serdana xebatkarên KRT’ê kir ku ji ber negirtina mûçeyên xwe 13 roj in di çalakiya karberdanê de ne.   Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, serdana xebakarên Televîzyon û Radyo ya Çandê (KRT) kir ku di 28’ê Adarê de ji ber negirtina mûçeyan û mercên xirab, karên giran, nedana heqê rê di 4’ê Hezîranê de dev ji kar berdabûn.    Xebatkarên televîzyonê ji 28’ê Adarê heta niha mûçeyên xwe wernegirtine.   Tê payîn ku sibe seaet 14.00’an de di nevbera xebatkar û xwediyê kar Firat Bozfirat de hevdîtin pêk bên.    DÎSK-Basin-Îş, ji bo şopandina pêvajoyê bangî raya giştî û kedkarên çapemeniyê kir.