Nûnerên Mexmûrê piştî 37 rojan hatin berdan 2025-06-22 15:17:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerên Kampa Mexmûrê ku 37 roj berê ji hêla Iraqê ve hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Şandeya ku ji Hevserokê Meclisa Gel a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Ehmed Şehbaz, Hevşaredar Edban Yilmaz û Hevberdevkê Komîteya Têkiliyên Derve Bêwar Emîn pêk dihat, ji bo çareserkirina pirsgirêkên wargehê di 14’ê Gulanê de çûbûn serdana Bexdayê. Piştî endamên şandeyê bi Wezîrê Dadê re hevdîtin kir û vedigeriyan, hatibûn binçavkirin.    Xelkê wargehê li dijî rêgirî, ambargo û dorpêçê gelek caran meşiyan û daxwaza mafê xwe kirin. Di encama berxwedana xelkê Mexmûrê de, nûnerên wargehê piştî 37 rojan hatin berdan.    AMBARGO DIDOME    Wargeha Mexmûrê piştî dorpêça PDK’ê, vê carê jî bi dorpêçeke Iraqê re rû bi rûye. Iraq ji 10’ê Nîsanê ve rê nade kel û pel bikevin nava wargehê, rê nade karker biçin ser karên xwe û nasnameyên xelkê wargehê nû nake. Herwiha, ambargoya PDK’ê ya li ser wargehê jî hîn dewam dike. Di 17 Tîrmeha 2019’an de rêveberiya PDK’ê ambargo danî ser wargehê û rê neda ku tu kes ji wargehê biçe Hewlêrê. Ji wê rojê ve PDK jî rê nade xelkê wargehê derbasî bajarên başûrê Kurdistanê bibe. Ev ambargo û rêgirî di dema dawî de bandorek xirab li jiyana xelkê wargehê dike û ev bandora nerênî roj bi roj zêdetir dibe.