Abdullah Ocalan ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd bang kir 2025-06-23 09:51:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kir ku lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd rojeva sereke ye û ji bo lidarxistina kongreyê banga berpirsyartiyê li her kesî kir.    Hat zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di muzakereyên çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” de ji bo yekitiya neteweyî ya gelê Kurd ketiye nava hewldanên girîng. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; yek mijarên sereke yên hevdîtin û nameyên Abdullah Ocalan ên di çarçoveya pêvajoyê de, Kongreya Neteweyî ya Kurd bû. Di hevdîtin û nameyan de, Abdullah Ocalan destnîşan kir ku di qonaxa heyî de ji bo destkeftiyên gelê Kurd mayinde bibin û ji bo naskirina statuya gelê Kurd, lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd weke pêwîstiyeke lezgîn û divê neyê taloqkirin dinirxîne.    Abdullah Ocalan, di hevdîtin û nameyên xwe de dibêje ku di pêvajoya 2013-2015’an de ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd kedeke mezin daye lê konjonktur û faktorên hundir-derve bandoreke neyînî li ser vê pêvajoyê kiriye. Abdullah Ocalan, diyar dike ku nelidarxistina kongreya neteweyî bandoreke neyînî li ser pêvajoyên din jî kiriye. Abdullah Ocalan, destnîşan kir ku jihevparçebûna Kurdan birîneke mezin e û Kurdan zeîf dike. Abdullah Ocalan, daxuyand ku divê şert û mercên derketin holê û derfetên heyî ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd bên bikaranîn û xwest ku teqez kongre were lidarxistin. Abdullah Ocalan, daxuyand ku bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” re firsend û derfetên lidarxistina kongreyê bo Kurdan afirandiye û bi rêya van derfetan dê lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd a ji bo dema pêş bibe mecbûriyetek.    Abdullah Ocalan, bang li partiyên Kurd, rêxistinên civaka sivîl, derdorên civakî û şexsiyetên civakî kir ku weke erkekî dîrokî ji bo lidarxistina kongreyê bi berpirsyartiya xwe rabin. Abdullah Ocalan, anî ziman ku dê hewl û xebata xwe ya 50 sal in ji bo vê mijarê didomîne, ji vir şûnde jî berdewam bike.    Abdullah Ocalan ku di hevdîtinên berê yên bi Şandeya Îmraliyê re de ji partî û derdorên civakî yên li her çar parçeyên Kurdistanê re peyam şandibû, di peyama nû ya ji derdorên siyasî yên Kurd ên li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat û dîasporayê re dîsa banga Kongreya Neteweyî ya Kurd kir.    Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê rêzehedîtin kir û ev peyam ji muxatabên wan re ragihand. Abdullah Ocalan, bi taybet jî ji PDK û YNK’ê daxwaz dike ku ji bo civandina Kongreya Neteweyî bi rola xwe rabin, berpirsyartiya xwe bicih bînin û pêşengtiya pêvajoyê bikin.    JI BARZANÎ RE PEYAMA KONGREYÊ    Yek ji mijara dihat mereqkirin jî naveroka peyama Abdullah Ocalan bi rêya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî re şandibû. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; Abdullah Ocalan di nameya xwe ya ji Mesûd Barzanî re şandî de xwest serokatiya Kongreya Neteweyî ya Kurd bike. Abdullah Ocalan, di peyama xwe de temînat da Barzanî ku dê piştgiriyê bide hemû hewldanên ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd û peywirdarkirinan. Di peyamê de Abdullah Ocalan bi bîr dixe ku ji pratîkên berê yên Kongreya Neteweyî ya Kurd jî mîrateyek heye, dibe ku Kongreya Neteweyî ya Kurd dawî li parçebûna Kurdan bîne û hiqûqa kolektîf a neteweyî ya Kurdan diyar bike. Abdullah Ocalan, di peyama xwe de destnîşan kir ku di bin sîwana Kongreya Neteweyî de dîplomasiyeke ku helwesta neteweyî ya Kurdan nîşan dide, komîteyên hevpar ên neteweyî, komîteyên ziman, çand û dîrokê bên avakirin û li gorî pêdiviyan jî lijneyên nû dikarin bên avakirin.  Abdullah Ocalan, di peyama xwe de li dijî êrişên îxtîmalî yên li dijî hebûna Kurdan, nasname, ziman, çand û erdnîgariya Kurdan jî divê Kongreya Neteweyî helwestekî hevpar diyar bike û bikeve nava tevgerê.    HELWESTA PDK’Ê    Banga Abdullah Ocalan a ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd, ji hêla hemû derdoran ve erênî hat pêşwazîkirin û hat gotin ku dê berpirsyartiya xwe bicih bînin. Hat zanîn ku rêveberiya PDK’ê têkildarî pêşniyara Abdullah Ocalan a ji bo Kongreya Neteweyî erênî yan jî neyînî tu bersiv nedaye û di vê mijarê de helwesta xwe zelal nekiriye.    PEYAMA JI TALABANÎ RE   Yek ji partiyên din a ku Abdullah Ocalan ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd xwedî roleke krîtîk dibîne jî YNK ye. Abdullah Ocalan di hevdîtinan de gelek caran dibêje ku ew bi taybet jî rola YNK bi taybet jî ya Serokê YNK’ê Bafil Talabanî ya di lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd de girîng dibîne û divê di vê mijarê de berpirsyartiyê li xwe bigire. Abdullah Ocalan, her tim balê dikişîne ser têkoşîna Mam Celal a ji bo yekitiya neteweyî ya gelê Kurd. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan dibêje ku lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd, pêwîstiyeke dilsoziya bi têkoşîna Mam Celal e û peyama Abdullah Ocalan ji hêla Şandeya Îmraliyê ve radestî YNK’ê hate kirin.    Hat zanîn ku rayedarên YNK’ê û Bafil Talabanî peyam û daxwaza Abdullah Ocalan bi dilgermî pêşwazî kirine.