Şaxa EMO'yê ya Amedê: Îxtîmaleke mezin şewat ji ber stûnên ceyranê derketiye 2025-06-23 10:09:22 AMED - Hevserokê Şaxa EMO'yê ya Amedê Ûfûk Bûlût ê ku di nava koma lêkolîna şewata Pîranê de cih girtibû, diyar kir ku bi îxtîmaleke mezin şewat ji ber stûnên ceyranê derketiye.  Li mezraya Cîlbenî ya gundê Herîdan ê navçeya Pîran a Amedê, di 16’ê Hezîranê de şewat derket. Şewata ku li gundê Cîlbeniyê derket, li mezrayên Herîdan û Layayro jî belav bû. Gundiyan diyar kirin ku şewat ji ber çîrûskên stûna ceyranê derketiye. Hate zanîn ku li cihê şewat derketî, di 28’ê Tebaxa 2022’yan de dîsa ji ber stûnên ceyranê şewat derketibû û ji ber şewatê 10 lêpirsîn hatibûn vekirin. Gundiyên ku ziyana wan madî ji ber şewatê çêbûbû, doz li Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) vekiribû û ji ber dozê dadgehê biryara cezaya tezmînatê dabû. Bi îtîraza DEDAŞ’ê ve biryara tezmînatê hate veguhestin bo Dadgeha Edliyeya Herêmê. Piştre careke din li ser daxwaza gundiyan Şaxa Odeya Endezyarên Ceyranê (EMO) ya Amedê û Komîsyona Ekolojî ya Amedê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) li herêma şewatê lêkolîn kirin.   Hevserokê EMO'yê Ûfûk Bûlût, der barê lêkolînê de agahî parve kir û diyar kir ku îxtîmaleke mezin şewat ji ber stûnên ceyranê derketiye. Bûlût, destnîşan kir ku li ser daxwaza gundiyan, der barê stûnên ceyranê lêkolîn kirina û piştî şewatê îzolator û sîgortayên voltaja bilind hatine guhertin. Bûlût, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Guman hene ku agir ji ber stûnên ceyranê derketibe. Di encama lêkolînan de agir 3 metre dûrê stûnê dest pê kiriye û belav bûye. Em nikarin bejin teqez sedî 100 ji ber vê yêkê ye, lêbelê dibe ku ji ber çîrûskek ji stûnê pêkiya be.”   ‘DIVÊ TEVDÎR BÊN GIRTIN’   Bûlût, diyar kir ku piştî lêkolînan tevdîr hatine girtin û wiha domand: "Ger ev tevdîr berê bihatin girtin dê şewat derneketa. Îzolatorên ser stûnan hatine nûkirin û hatine îzolekirin. Tevdîr girîng in û divê bi awayeke cidî bên girtin. Ger lênihertineke daîmî çêbiba dê ev agir derneketa. Lêbelê bi îxtîmaleke mezin îzolatoreke sist çîrûsk pekandî û agir derketiye.”   Bûlût, destnîşan kir ku divê şîrketên belavkar ên ceyranê daîmî venêrînê bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hinek tesîs ji berê de mane. Divê lênihêrtinêke daîmî bo van tesîsan bê kirin û bên kontrolkirin. Ger wiha bê kirin dê can û malê welatiyan zirar nebîne.”   Herwiha Bûlût, got dê der barê mijarê de dozê vekin û rewşê bişopînin.     MA / Heval Onkol