Civînên 'Aştî û Civaka Demokratîk' didomin 2025-07-03 23:59:15   NAVENDA NÛÇEYAN -Li Şirnex û Mêrdînê bi pêşengiya TJA, DBP û DEM Partiyê li ser banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civîn hatin lidarxistin.   Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratik (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), tekildarî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê civînên gel da destpêkirin. Di çerçoveya civînan de li navçeyên Cizîr û Hezexê yên Şirnexê û Mêrdînê civînên gel a Aştî û Civaka Demokratîk hatin lidarxistin.   CIZÎR   Civîn li parqa Botaşê ya taxa Nûr a navçeya Cizîrê hat lidarxistin. Di civînê de pankarta, “Civînên Aştî û Civaka Demokratîk” hat daliqandin. Civîn ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir.   Piştî rêzgirtinê li ser pêvajoyê nivîs hat xwendin. Di nivîsa hat xwendin de hat destnîşankirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dev jî ziman, erdnîgarî û nasnameya gelê Kurd bernedaye û girîngiya rêxistinbûyinê bi lêv kiriye û gotiyê divê dewlet pêşiya sazîbûyinê vebike û mafê gelê Kurd nas bike. Her wiha di nivîsê de nêrîna Abdullah Ocalan a ji bo Rojhilatê Kurdistanê jî wiha hat gotin: “Me çawa ku li Rojava gelê xwe parast ji Rojhilat jî rewşeke wisa biqewime dîsa em ê gelê xwe biparêzin.” Di nivîse de hat gotin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aniye ziman ku serdema nû avakirina Neteweya Demokratîk e û girîngiya komînbûnê destnîşan kiriye. Piştî xwendina nivîsê welatiyên pirsên meraq dikirin ji dîvanê pirsîn. Dîvanê jî pirsên welatiyan bersivand û civîn bi nirxandinên li ser pêvajoyê bi dawî bû.   HEZEX   Di çerçoveya civînan de li navçeya Hezexê jî bernameya Civînên Aştî û Civaka Demokratîk hat lidarxistin. Welatiyên tev li civînê bûn li ser pêvajoyê pirsên ku meraq dikirin ji dîwanê pirsîn. Dîwanê jî li ser pêvajoyê nirxandin kir û pirsên gel bersivand. Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.   MÊRDÎN   Li Mêrdînê jî li navçeya Şemrex, Dêrik, Mehsertê, Stewrê, Nisêbîn û Midyadê hevdîtinên gel hatin lidarxistin.