Şîrketa Nasiroglûyê AKP'î Sîsê talan dike 2025-07-05 09:52:53   AMED - Şîrketa Ferhat Nasiroglûyê AKP'î, bi kana kevirê kilsê û xebatên madenê yên ku li gundê Sîsê yê Licê ava kiriye, xwezayê wêran dike.   Xwezaya gundê Sisê yê navçeya Licê ya Amedê ji ber lêgerîna petrolê û xebatên kevirê kilsê tê wêrankirin. Di sala 2022'yan de biryar hat dayîn ku ji bo Tesîsa Perçekirina Kana Kevirê Kilsê-Tesîsa Kargeha Şikandin û Hêrandinê û Tesîsa Plenta Mekanîk li herêmê bi sedan metre dûrî jîngehê hatî avakirin, "Nirxandina Bandora Jîngehê (ÇED) ne hewce ye".   Di dosyeya ku ji aliyê Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ve ji bo rapora ÇED'ê hat amadekirin de, çendî hatibe gotin ku "Di çarçoveya projeyê de dê teqîn bê kirin, lê beriya teqînê dê tevdîr bên girtin. Di dema xebatan de ji bo toz çênebe dê avdanî bê kirin", di dema teqandina dînamîtan de gelek xanî zirar dîtine.    Her wiha li heman herêmê xebatên ji bo lêgerîna petrolê jî tên kirin. Fîrmayên ku xebatên kana kalkerê û lêgerîna li petrolê dikin, ên Parlamaneterê AKP'ê yê Êlihê Ferhat Nasiroglû ne. Koma Şîrketan a Fernasê ya malbata Nasiroglû taşerontiya DSÎ'yê dikin. Xebatên ji bo lêgerîna petrolê jî, ji aliyê Şîrketa Anonîm Internatioanal Petroleum Turkish (TOPÎC) a şirîkî Hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) ku tê gotin a Nasiroglû ye, ji 23'yê Cotmeha 2023'yan ve tê kirin.      Ji ber kana kalkerê û xebatên lêgerîna li petrolê li herêmê gelek dar hatine birîn. Dînamîtên tên teqandin jî zirarê didin xaniyên li derdorê û bandoreke nebaş li avê û çandiniyê dikin.    'ROJÊ 10-15 DÎNAMÎT TÊN TEQANDIN'     Ji şêniyên herêmê Omer Beyaz ku dixwaze xebatên li herêmê tên kirin werin rawestandin, got: "Hem em û hem jî malên me ji ber xebatan zirarê dibînin. Dema ku em ji şîrketan re dibêjin, ew dibêjin, 'Dewletê destûr daye me, tiştek ji destê me nayê.' Dibêjin ew li petrolê digerin, lê tiştek tune. Av û kaniyên me ziwa bûne. Ew her roj 10-15 dînamît di bin çiyayan de datînin û diteqînin. Em tiştekî wisa li gundê xwe naxwazin. Armanca wan a rastîn ew e ku me ji vir sirgûn bikin. Wan 35 sal berê gundê me şewitand. Em dîsa hatin vir. Niha ew dixwazin em dîsa ji vir biçin. Em ê van axan nehêlin û neçin. Dewlet ne ji bo ku zirarê bide gel heye. Lê dewlet zilmê li me dike."   BANGA PIŞTEVANIYÊ     Ahmet Harman, yek ji şêniyên gund ku xaniyê wî zirar dîtiye, got: "Em 3 caran çûn ba şîrketê û me ji wan re got ku xebat zirarê dide xaniyê me. Lê ew karê xwe didomînin. Piraniya xaniyên gund ji ber teqînan zirar dîtine. Baxçe û darên me hişk bûn. Ew axa Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin û wêran dikin. Divê gel li dijî vê yekê bisekine, mil bi mil li dijî vê yekê rabe. Divê ew destûrê nedin vê wêrankirinê. Ez bang li hemî rêxistinên civaka sivîl, parêzer, ekolojîstan dikim; piştgiriyê bidin me, werin em bi hev re li dijî vê yekê rabin."     Hamdullah Işiktaş jî bal kişand ser zirara ku di dema xebatan de li rez û baxçeyan çêbûye û got: "Mala min a ku di erdhejê de zirar nedîtibû, ji ber dînamîta ku di dema xebatan de hat teqandin gelek zirar dît. Zarok ji ber deng û lerzîna malan ditirsin. Em naxwazin ku ew zirarê bidin xwezayê. Divê zirarê nedin xanî, erdê me, darên me yên fêkiyan, rezên me. Divê xebat bi dawî bibin."   MA / Heval Onkol