Di lêpirsîna Şaredariya Manavgatê de 7 kes hatin binçavkirin 2025-07-08 13:06:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveye lêpirsîna li dijî Şaredariya Manavgatê de 7 kesên din hatin binçavkirin.  Di çarçoveye lêpirsîna li dijî Şaredariya Manavgatê de îro 7 kesên din hatin binçavkirin. Di lêpirsîna li dijî Şaredariya Manavgatê de ku bi îdiaya “rişwet, bertîl, zimetê” hatiye vekirin de tevî Şaredar Nîyazî Nefî Kara û cîgirê şaredar 34 kes di 4’ê Tîrmehê de hatibûn binçavkirin. Di 7’ê Tîrmehê de di çarçoveya lêpirsînê de endamê Meclisa Şaredariyê Mehmet Tosak û karsaz Mesût Kara, Îlker Gunay, Mehmet Alî Fansa, Kemal Taş û Şukru Ilgin hatibûn girtin. Şaredar Nîyazî Nefî Kara yê CHP’î û tevî 25 kesên din ên ku îfadeyên wan li Miduriyeta Emniyetê ya Antalyayê xilas bûbû di danê sibê de sewqî Edliyeya Manavgatê bûn.