Ji Abdullah Ocalan banga bidîmen: Ez ji hêza siyaset û aştiya civakî bawerim 2025-07-09 09:00:49 NAVENDA NÛÇEYAN – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev bang kir: “Qonaxa em gihiştinê me neçar dike ku bi gavên nû re em bikevin nava pratîkê. Ez ne bi hêza çekê lê bi hêza siyaset û aştiya civakî bawerim. Û bang li we jî dikim ku hûn jî vê rêgezê bixin meriyetê.”  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de bangekî dîrokî kir. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) dîmenê banga dîrokî weşand. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê jî di banga dîrokî de li cem Abdullah Ocalan bûn.    Abdullah Ocalan got: “Ez ne bi hêza çekê lê bi hêza siyaset û aştiya civakî bawerim. Û bang li we jî dikim ku hûn jî vê rêgezê bixin meriyetê.”    Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ye:    “Hevrêyên hêja   Tevgera me a xwe dispêre hevrêtiya komunalîst, di rewşa xwe ya heyî û pirsgirêkên dijî de, têkildarî rêyên çareserkirina pirsgirêkan, dubare be jî ez ê bi nameyeke berfireh û şênber, bersivên afirîner bidim we û vê yekê jî weke erkeke exlaqî dibînim.   Di 27’ê Sibata 2025’an de min banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û ez hê jî vê bangê diparêzim.   Di Kongreya 12’an a Fesixkirina PKK’ê de we bi berferehî û awayekî pozîtîf bersiv da û ez vê helwesta we weke bersiveke dîrokî dinirxînim.   Divê rewşa heyî weke encameke dîrokî û bi nirx were dîtin. Di vê navberê de keda hevalên ku bi rola pirê rabûne jî ew çendî bi nirx û qîmet e.   Dawiya hemû pêşketinên rû dan bi qasî ku veguhertineke dîrokî be, min Manîfestoya Civaka Demokratîk amade kir. Ev manîfesto weke serkeftina manîfestoya ‘Rêya Şoreşa Kurdistanê’ ya 50 salî ye. Ne tenê ji bo civaka Kurd a dîrokî, her wiha ez bawerim ku ji bo herêm û hêzên civaka gerdûnî jî xwedî heman naverokê ye. Tu fikarên min tune ne ku ev yek mînakeke serkeftî ya kevneşopiya manîfestoya dîrokî ye.   Dikarim aşkera bêjim, ev pêşketin encama hevdîtinên ku min li Îmraliyê pêk anîne. Ji bo ev hevdîtin li ser esasê îradeya azad de pêk werin hewldan di asta herî jor de hatin nîşandan.   Qonaxa heyî me neçarî derbasbûna gavên nû yên pratîk dike. Ev qonax û gavên wê yên pêwîst xwedî girîngiyeke dîrokî ne. Ji bo were fêmkirin û li gorî wê dilsozî bê nîşandan, elzem e ku em pêşde biçin.   Tevgera PKK’ê ya xwe dispart bidawîkirina înkara hebûnê û avakirina dewleteke cuda, stratejiya şerê rizgariya netewî hatiye bidawîkirin. Hebûn hate naskirin, lewma armanca sereke jî pêk hatiye. Ji ber vê mîada xwe temam kir. Ji derveyî vê, rewş weke dubarekirin û xitimandin hate nirxandin. Wê dubarekirin û xitimînê rû bide. Li ser vî esasî wê rexne û xwerexnekirinên berfireh dewam bikin.    Ji ber ku siyaset valabûnê qebûl nake, divê stratejiya bernameya bisernavê Aştî û Civaka Demokratîk ‘siyaseta demokratîk’ weke taktîkeke bingehîn bi hiqûqeke hevgirtî were dagirtin. Di wateya dîrokî de em behsa pêvajoya diyarkirina qederê dikin.   Di rewşa heyî de danîna çekan bi dildarî û li ser hîmê hiqûqê xebata avakirina komîsyoneke berfireh û erkdar li nava Parlamentoya Tirkiyeyê girîng e. Şert e ku gavên werin avêtin bi hesasiyet bin û ji mantiqa teng dûr bin. Ez dizanim ku gavên bêne avêtin wê vala neçin. Ez vê samîmiyetê dibînim û bawer dikim.   Lewma hewldan tên kirin ku derî bêne vekirin û gavên partîkî yên berbiçav bêne avêtin. Fikrên ku ji aliyê min ve hatine pêşxistin weke sernav ev in;    Bicihanîna berpirsiyariyê ji aliyê herkesî ve û pêkanîna armanca Aştî û Civaka Demokratîk, tenê bixwegihandina perspektîfa entegrasyonalîsta pozîtîf pêkan e. Ji hemû tiştên hatine gotin, encama derdikeve; PKK’ê dest ji armanca avakirina netewe dewletê berdaye, bi vê yekê re jî dest ji stratejiya şer jî berdaye. Anku dawî li hebûna xwe aniye. Di qonaxa heyî ya dîrokî de bendewarî hene ku ev rewş hê ber bi pêşdetir ve were birin.    Ji bo em xebatên meclis û komîsyonê bi wate bikin, her wiha ji bo em fikarên raya giştî ji holê rakin, di çarçoveya sozên me dayî de divê berdana we ya çekan ji aliyê deverên pêwendîdar û raya giştî bi awayekî xwezayî were pêşwazîkirin. Avakirina mekanîzmeya berdana çekan wê pêvajoyê ber bi pêşde bibe. Ev wê bi dildarî bibe bidawîkirina şerê çekdarî û derbasbûna qonaxa hiqûqî û siyaseta demokratîk. Ev ne têkçûn e, berevajî divê weke serkeftineke dîrokî were nirxandin. Têkildarî berdana çekan wê rê û rêbaz bêne nîşandan û bi lezgînî werin pratîzekirin.   DEM Partî ya ku di bin sîwana parlamentoyê de ye, wê tevî partiyên din ji bo ev pêvajo bi ser keve erka bikeve ser milê xwe bicih bîne.    Di vê navberê de, ji bo mijara azadiya min ku weke şert di hemû metnên biryaran de hatiye diyarkirin dibêjim, hûn dizanin ku min tu carî azadiya xwe ya şexsî nekiriye pirsgirêk. Di maneya felsefî de jî azadiya şexs nabe ji ya civakê were cudakirin. Bi azadiya şexs civak û bi azadiya civakê jî şexs dikare azad bibe. Wê bi dilsozî pêwîstiya vê rastiyê pêk were.   Ne bi çek, lê baweriya min bi siyaset û aştiya civakî tê. Û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgeze pratîze bikin.   Rojên dawî bûyerên ku li herêmê pêk tên, girîngî û lezgîniya vê gava me ya dîrokî aşkera û piştrast dikin.   Têkildarî vê pêvajoyê, ez bi kelecan li benda her cure rexne, pêşniyar û piştgiriya we me.   Ev nîqaş li tevahiya welat, herêm û li ser asta gerdûnî nîşan me dide ku Hêzên Modernîteya Demokratîk dibin xwedî bernameyeke teorîk û digihêjin qonaxeke nû ya stratejîk û taktîkî. Ji niha ve diyar dikim, ez di nava hewldanên amadekirinê de me û bi xweşîbînî dikarim bêjim ku ez bi kelecan û bi biryar im.    Banga min ji bo dema pêş, li ser esasê biryarên kongreyê û herî dawî nêrîn û pêşniyarên ku min di vê nivîsê de anîne ziman, em pêşde biçin û encamên serkeftî bidest bixin.    Di nava silav, hezkirin û hevrêtiyeke bê dawî de bimînin.    19’ê Hezîrana 2025’an   Abdullah Ocalan”