Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû 2025-07-12 10:00:40   SÊRT – Ji bo girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê ku di girtîgehê de du caran qeyrana dil derbas kir, serlêdaneke nû hate kirin. Keça Çam Şîmel Çam got: “Em her roj bi tirsa wergirtina nûçeyên xirab dijîn.”   Mehmet Emîn Çam ê 73 salî û di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, tevî hemû hewldanan nayê tehliyekirin. Parêzerên Çam, di 11’ê Hezîranê de ji bo Çam têkeve ber “efûya Serokkomariyê” serî li Wezareta Dadê dan.   MALBAT BIFIKAR IN     Şîmel Çam, diyar kir ku ûr di mêjiyê bavê wê de heye û nexweşiya wî ya gurcikê heye. Herwiha Şîmel Çamê bibîr xist ku rexmê bavê wê du caran qeyrana dil derbas kiriye dîsa jî ATK’ê rapora “Dikare sexbêra xwe bike” daye û got: “Ewqas serlêdan bê encam man ev yek jî me bifikar dike. Xetereya xwîn ketina ser mêjî heye. Ji ber vê em pir bifikar in. Em her roj bi tirsa wergirtina nûçeyên xirab dijîn.”   ÇI BÛBÛ?    Mehmet Emîn Çam, dema Serokatiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Sêrtê dikir, di 12’ê Kanûna 2012’an de bi îdiaya “Meclisa Bajar a KCK’ê” hate girtin. Piştî 10 mehan dîsa hate berdan. Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê îcar jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal ceza lê birî. Cezayê Çam ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin û di 14’ê Adara 2022’yan de hate girtin. Çam, li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê 17 rojan di hucreya yekkesî de hate girtin. Çam, di 1’ê Nîsana 2022’yan de sewqî Girtîgeha Tîpa T a Qûbînê hate kirin û hat tespîtkirin ku di mejiyê wî de ûr heye. Di 27’ê Gulana 2022’yan de jî krîza dil derbas kir û anjiyo bû. Di heman demê de Çam nexweşê gurçikan e û du caran ji gurçikên xwe emeliyat bûye. Lê tevî vê jî kîstên di gurçikên wî de dîsa derketin. Her wiha carekê jî emeliyata kataraktê bû û di çavên wî de miyop astigmat heye. Guhê wî yê rastê nabihîse, aliyê wî yê çepê felc e û bi zehmetî dimeşe.   DAXWAZÊN JI BO TEHLIYEKIRINÊ TÊN REDKIRIN    Ji bo tehliyeya Çam heta niha gelek serlêdan hatine kirin. Lê tevek jî hatin redkirin. Saziya Tipa Edlî (ATK), di 15’ê Mijdara 2024’an de ji bo Çam rapora “Dikare sexbêra xwe bike” amade kir. Di 28’ê Mijdara 2024’an de jî ji bo Serdozgeriya Komarê ya Êlihê serlêdan hate kirin û serdozgeriyê bi hinceta rapora ATK’ê serlêdan red kir. Çam, di 16’ê Nîsanê de careke din krîza dil derbas kir. Çam ku rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê, piştî tedawiyê di 22’yê Nîsanê de dîsa şandin girtîgehê. Parêzeran, bi daxwaza “taloqkirina înfazê” di 22’yê Nîsanê de serlêdan kiribûn.