Li dijî GAÎN Medyayê operasyon: Rayedarên şîrketê hatin binçavkirin, qeyûm hat tayînkirin 2025-12-16 10:10:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama operasyona li dijî Platforma Dijîtal GAÎN Medyayê de 3 rayedar hatin binçavkirin û TMSF weke qeyûm lê hate tayînkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de îro di danê sibehê de bi beşdariya cendirmeyan, di serî de GAÎN Medya li dijî şîrketên girêdayî Anahat Holdînê operasyon hate kirin. Lêpirsîn di çarçoveya “Bahîsa derqanînî” û “fermîkirina dahatên sûc” hat destpêkirin. Rayedarê holdîngê û şîrketê Berkîn Kaya, Barbaros Reşat Gulcan û Selahattîn Aydin hatin binçavkirin. Serdozgeriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku lêgerîna li van şîrketan didome.    Serdozgeriyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Fona Sîgortayê ya Mewdûata Teserûfê (TMSF) weke qeyûm li tevahiya saziyên girêdayî GAÎN Medyayê hatiye tayînkirin.