ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2025'AN 2025-12-20 09:00:40 * Parêzer Duygu Înegollü derbarê Navenda Stargeha Demkî ya Herranê de, ku ji ber cudakarî û îşkenceya li ser Elewiyên Sûriyeyê hatiye rojevê, axivî û got, "Ev navendeke girtinê ya neqanûnî ye. Binavkirina wê wek zindan kêm e." * Endamê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Fadîl Tay anî ziman ku ew ê ji bo têkoşîna li dijî qirkirina ekolojiyê ya li quntarên Çiyayê Cûdî 50 hezar darên berûyê biçînin û got: "Em li bendê ne ku sibê her kes li Silopiyayê li dijî zîhniyeta ku daristanan talan dike û jiyanê tune dike rabe."   * Li Spanyayê, xweseriya şaredariyan bi destûra bingehîn hatiye garantîkirin. Herêmên xweser xwedî parlemento, meclis, hikûmet, pergala dadwerî, polîs, ziman, pergala perwerdehiyê û pergala bacê ne. Polîtîkayên ku wekheviya zayendî û demokrasiya beşdar pêş dixin, esas tên girtin.    * Dermankirina rojnamevan Huseyîn Aykol ê xwîn rijiya ser mêjiyê wî, didome.   * Dayikên Şemiyê, ji bo pirsa aqûbeta xizmên xwe û cezakirina kiryaran dê li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar bixin. (12.00)   * Xizmên windayan dê li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin bipirsin. (12.00)   * ÎHD û xizmên girtiyên nexweş dê li Enqere û Stenbolê çalakiyên xwe yên ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş bidomînin. (13.00)