Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang 2025-12-25 13:43:34 RIHA - DEM Partî û DBP’ê ji bo mitînga “Hêvî û Azadiyê” ku dê di 4’ê Çileyê de li Amedê bê lidarxistin bang kirin û gotin: “Ji bo em kevirekî li dîwarê pêşeroja xwe zêde bikin werin em di 4’ê Çile de li Qada Îstasyonê ya Amedê kom bibin”.    Li navçeya Pirsûs a Rihayê, têkildarî mitînga “Hêvî û Azadiyê” ya ku dê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4’ê Çile de li Qada Îstasyonê ya Amedê bê lidarxistin, daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) li pêşiya avahiya DEM Partî ya Pirsûsê hat lidarxistin.   Metna daxuyaniyê ya bi Kurdî ji aliyê Hevseroka DEM Partî ya Rihayê Ayşe Surucu, metna Tirkî jî ji aliyê Hevserokê DBP a Wanê Cemal Demîr hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çareseriya pirsgirêka Kurd gîhaştiye qonaxeke girîng û ev tişt hat diyarkirin: “Ji bo pêkvejiyana gelan bi awayekî azad û wekhev û ji bo serketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê alî di mercên wekhev de pêvajoyê birêve bibin. Avakirina aştiyeke birûmet ji bo erdnîgariya me rêgezek pêwîst e û divê azdiya fîzîkî ya muzakerevanê sereke rêzdar Abdullah Ocalan bê misogerkirin.”     Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê Abdullah Ocalan karibe pêvajoya muzakereyê di mercên demokratîk de birêve bibe û wiha hat gotin: “Lewra rêzdar Ocalan, bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 27’ê Sibatê de ji Girtîgeha Îmraliyê kir ve çareseriya pirsgirêka Kurd gîhaştiye qonaxeke girîng. Tevgera Azadiyê ya Kurd, ji bo serketina pêvajoyê bi şertê avakirina mercên demokratîk ê rêzdar Ocalan, gavên şênber avêtiye. Li hemberî van gavan ji aliyê dewlet û desthilatê gavên şênber nehatine avêtin. Ji bo Tirkiye karibe qeyranan çareser bike divê gavên şênber ji bo çareserkirina pirgirêkê gavên jidil û şênber biavêje.”      ‘SERKETIN BI AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊZDAR OCALAN VE PÊKAN E’   Herwiha di daxuyaniyê de xurtkirina tifaqa Kurd-Tirk û giringiya pêvajoyê hat destnîşan kirin û wiha hate gotin: “Rêya serketina vê; divê mafê hêviyê yê muzakerevanê sereke, Rêberê gelan rêzdar Abdullah Ocalan bê bicîanîn. Bila bê zanîn ku, kî dostê Kurdan be dê bi ser bikeve, ev aşkera û zelal e. Ji ver vê yekê divê ev ne bi polîtîkayên tasfiyekirinê lê bi aştî û qebûlkirinê ve bê çareserkirin. Ev yek jî tenê bi azadiya fîzîkî ya rêzdar Abdullah Ocalan ve pêkan e.”   ‘EM DI 4’Ê ÇILE DE LI QADA ÎSTASYONÊ KOM BIBIN’   Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku dem dema aştiyê ye û wiha hate bidawîkirin: “Divê ev polîtîka baş bê nirxandi, dema kirina polîtîkayek rast e. Dema avakirina zimanê aştiya civakî ye. Muxateb diyar e. Muxatab rêzdar Abdullah Ocalan e. Ji bo çareserikirina pirsgirêkê divê mercên demokratîk ê rêzdar Abdullah Ocalan bê avakirin. Werin em dîwarên nefretê xira bikin û ji bo em kevirekî li dîwarê pêşeroja xwe zêde bikin, em di 4’ê Çile de saet di 13.00’an de di mitînga “Hêvî û Azadiyê” de li Qada Îstasyonê ya Amedê kom bibin.”   Daxuyanî bi çepikan ve bi dawî bû.