Şaredarê Îzmîrê yê berê Soyer hate girtin 2025-12-30 09:29:12 ÎZMÎR - Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê yê berê Tunç Soyer, Serokê CHP’a Îzmîrê yê berê Şenol Aslanoglû, Midûrê Giştî yê ÎZBETON’ê yê berê Heval Savaş Kaya, Burak Bakir û Yildirim Kuruogûllari hatin girtin.    Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Tunç Soyer ku di 26’ê Kanûnê de hatibû binçavkirin, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ya der heqê Kooperatîfa Xaniyan a Ornekkeyê ya Karsazan de cara duyemîn hate girtin. Îfadeyên Serokê CHP’a Îzmîrê yê berê Şenol Aslanoglû, Midûrê Giştî yê ÎZBETON’ê yê berê Heval Savaş Kaya û xebatkarên şaredariyê yên berê Dîlek Coşkun, Burak Bakir, Yildirim Kuruogûllari û Erdal Şaroglû ên duh li emniyetê dest pê kiribûn jî bi dawî bûn.    Ji 7 kesên sewqî Edliyeya Îzmîrê hatin kirin Soyer, Aslanoglû, Kaya, Bakir û Kuruogûllari hatin girtin û yên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Ji bo Huseyîn Cengîz jî biryara girtinê hate dayin.