* Cem Cemal ê 23 salî ku ji bo kar ji welatê xwe Ozbekîstanê hatiye Stenbolê, ji ber vîrûsa coronayê betal maye û 2 meh in li kuçeyan dimîne.
* Tersaneyên Tûzlayê ku hema bêje her roj qezayeke karî lê diqewimin, ji bo karkeran dojeh, ji bo kardêran jî bihuşta kirêkariyê ye. Nexweşxaneyên ku wan û fîrmayên kirêkar li hev kiriye, qezayên diqewimin wekî "qezaya karî" qeyd nakin.
* Hevseroka Giştî yê SYKP'ê Can Yuce, diyar kir ku meşa HDP'ê ku sibê bide despêkirin, dawetiya Helwesta Hevpar a hemû hêzên muxailf e. Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş jî xwest tevgerên çep vê helwestê rast bixwînin û piştgiriyê bidin vê yekê.
* Turkan Albayrak ku piştî têkoşîneke 22 mehan vegeriya ser karê xwe got: "Li kuçeyan serketina li dijî faşîzmê mirovan kêfxweş dike."
* Girtiyê nexweş Hasan Aşa ku di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de ye, ji ber ku di wextê xwe de nehatiye tedawîkirin tiliya wî hatiye jêkirin.
* Qeyûmê Şaredariya Bajarê Nû Mûrat Beşîkçî, 54 hezar TL alîkariya ku şaredariyê dabû Amedsporê ji endamên meclîsa şaredariyê xwest.
* Jinên HDP'î bi dirûşmeya "Têkoşîna jinê li her derî ye" kampanyayeke dane destpêkirin. Jinan xwest jin hemû tev li kampanyayê bibin û ji bo têkoşîneke hevpar bang kirin.
* Hiqûqzan û siyasetmedaran bertek nîşanî hewldana astengkirina meşa HDP'ê da û diyar kirin ku astengkirina meşê li dijî Qanûna Bingehîn e.