NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistinên civakî yên sivîl li gelek bajaran daxuyanî dan û piştgirî dan parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de ne û gotin mafê darizandina adilane mafê sereke ye.
Endamên Komeleya Hiqûqzanên Hemdem parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ji bo bi awayek adilane werin darizandin 160 roj in li girtîgehê di rojiya mirinê de ne. Bi armanca piştgiriya ji bo Tîmtîk û Unsal li gelek bajaran baro, rêxistinên pîşeyî û maf daxuyanî dan. Li Amedê rêxistinên civakî yên sivîl li avahiya Baroya Amedê daxuyanî dan û nûnerên partiyên siyasî jî destek dan daxuyaniyê. Li Êlihê jî parêzerên Baroya Êlihê li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî daxuyanî dan û piştgiriya Tîmtîk û Unsal kirin.
Li Rihayê jî endam û rêveberên Baroyê li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî daxuyanî dan û piştgiriya xwe anîn ziman. Li Wanê jî endam û rêveberên baroyê li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî daxuyanî dan û piştevaniya parêzeran kirin.
Baroya Mêrdînê jî bi daxuyaniyekê piştgiriya Tîmtîk û Unsal kirin.
Li Enqereyê jî Kordînasyona Ji Parastinê Re Azadî daxuyanî dan û piştgiriya her du parêzeran kirin.
Her wiha Baroya Îzmîrê jî li ber Dadgeha Îzmîrê daxuyanî da û piştgiriya parêzeran kir.
Di daxuyaniyan de hat gotin pêwîste daxwaza Tîmtîk û Unsal demildest were qebûlkirin û ew jiyanê diparêzin û mafê darizandina adilane mafê sereke ye.