Nivîskar Avba: Kazimî êrîşa li ser Kurdan erê kir

  • rojane
  • 14:03 16 Hezîran 2020
  • |
img
NAVENDA Nûçeyan - Nivîskar Mem Avba, bal kişand ser rastiya Mistefa Kazimî û hikumeta wî û got: "Ruyê Kazimî û hikûmeta wî eşkere dibe. Di serî de têkiliyên wî û dewleta Tirk diyar bûn. Lê ji bo ku bikaribe desthilatî û hikumeta xwe têkûz bike, weke bûkalemûnê kete her rengî. Hem alîgirê DYE, hem yê Îranê bû; hem yê Tirkiyeyê, hem yê welatên Erebî û hem jî yê hêzên Kurdî bû qaşo! " 
 
Nivîskar Mem Avba, têkildarî rastiya  Mustafa Kazimî ku ji avakirina hikûmeta Iraqê berbirsiyar e analîzek nivîsî. Mem Avba, anî ziman ku hêdî hedî ruyê Kazimî û hikûmeta wî eşkere dibe û wiha got: "Di serî de têkiliyên wî û dewleta Tirk diyar bûn. Lê ji bo ku bikaribe desthilatî û hikumeta xwe têkûz bike, weke bûkalemûnê kete her rengî. Ango şerbika şerbetê di destê wî de bû dida devê her kesî. Hem alîgirê DYE, hem yê Îranê bû; hem yê Tirkiyeyê, hem yê welatên Erebî û hem jî yê hêzên Kurdî bû qaşo! " 
 
Avba, da zanîn ku hêj di destpêkê ji bo diyarkirina wezîran Kazimî, bi hevkariya Tirk re zext li aliyê Kurdan kir û wiha got: "Bi zanebûn Wezareta Darayî ji Kurdan girt û li şûna wê Wezareta Karên Derve da Kurdan. Ev ji bo wê armancê bû ku dema êrîşên dewleta Tirk û yên derveyî li ser destkeftiyên gelê Kurd pêk bên, aliyên Kurd nekarin bertek nîşan bidin. Bi vî awayî jî berpirsyariya dewleta Iraqê ya êrîşan veşêre û bertekan arasteyî aliyê Kurd bike..!
Ji aliyê dîtir ve ji bo dilê DYE'yê jî xweş bike û desteka wê bigire, xwe ji qeyrana aborî û siyasî-leşkerî rizgar bike, tenê pêkûtî û fişar li ser Heşdî Şebî çêkirin. Kazimî, ji bo ku rewşa xwe ya li qadê û arişeyên civakê yên li ser erdê bibîne û asta wê bipîve ger û serdana xwe ya destpêkê li Parêzgeha Musilê kir. Lê belê şeva beriya ku Kazimî bê Musilê, malûvaniya serokê îstîxbarata Tirkiyeyê Hakan Fîdan kir. Kazimî bi vê gera xwe ya Musilê xwest hem ji bo raya giştî ya hundirîn, hem jî ya derveyî çend peyaman bide. Kazimî di ferqê de ye ku ketina Musil a 2014’an, destpêka binketina Hikumeta Malîkî bû. Lewre Kazimî baş dizane ku serketina hikumeta wî, çareserkirina alozî, nakokî û pirsgirêka Musilê ye. Ev peyameke navxweyî ku dayî aliyê Şîa bû." 
 
SEDEMA FÎDAN A ÇÛYÎNA IRAQ'ê
 
Avba, da zanîn ku li parêzgeha Musilê, her çiqas nehatibe gotin jî di rastiyê de beşa ku li Musilê herî zêde bûyî qurbaniya keraset û hilweşînê, gelê Kurd bû; nexwazim Kurdên Êzidî bû û wiha berdewam kir: "Lewre civaka Kurd (Êzidî) ji bo careke dîtir bi keraseteke wiha re rû bi rû nemîne, hêzeke xwe ya parastinê ya xweser ava kir.  Tirkiye, Hakan Fîdan ji bo danûstandinên bi Mistefa Kazimî re bi du armancan şand Iraqê: 
1-Ji bo ku hebûna Îranê ya li Iraqê weke metirsiyekê tê dîtin, lewre hem DYE, hem gelên Iraqê û hinek aliyên siyasî dixwazin bandora Îranê li Iraqê kêm bikin. Lewma Tirkiye jî dixwaze vê valatiyê ji xwe re bikar bîne.
2-Hakan Fîdan di serdana xwe de weke notayeke dewleta Tirk nerazîbûnên xwe ji Mistefa Kazimî re ragihandiye ka çima bi awayekî fermî fermandarê giştî yê QSD General Mezlûm Ebdî vexwendiye Iraqê. 
 
ŞERTÊN TIRKIYEYÊ 
 
Dîsa di vê hevdîtinê de Hakan Fîdan van şertan piştgiriya xwe (Tirkiye) ji hikumeta Mistefa Kazimî diyar kiriye:
 
1-Bi lezgînî konsolxaneya Tirkiye li Musil û Besrayê bê vekirin. 
2- Hêzên Tirkiye ên li Başîqa, dikarin weke hêza ‘garantor’ a hikumeta Kazimî rol bilîzin. 
3- Tirkiye dikare di vê qeyrana aborî ya Iraq dijî de destek û deyn bidê. Nexasim jî ji nû ve avabûna Musilê de şîrketên Tirk roleke mezin bilîzin…
 
Mistefa Kazimî ji bo ku van daxwazên Tirkiye bi cih bîne, bi lez serdana Parêzgeha Musilê kir. Di vê gera xwe de bi rayedarên leşkerî re rûnişt û plansaziya êrîşên li ser hêzên Kurdî, ya ji Şengalê heta Herêmên Parastinê yên Medayayê  hat erêkirin. Piştî êrîşa balafirên Tirk a li ser Şengal-Mexmûr-Herêmên Parastinê yên Medayayê, qaşo Wezîrê Navxweyî û Wezîrê Parstinê yên hikumeta Kazimî serdana Parêzgeha Musilê kirin. Ev jî eşkere nîşan dide ku Kazimî û Desteya wî, koordîneya vî şerê qirêj ê li ser gelê Kurd dikin!.." 
 
 
 
 
 

Sernavên din

18/06/2020
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2020'AN
00:10 Malbatê cenazeyê Bîrsen ê HPG’yî di dorpêçê de defin kirin
17/06/2020
21:26 Li Silopiyayê teqînek çêbû: 4 kes jiyana xwe ji dest dan
20:14 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 861
16:11 'Em ê herdem aştî, demokrasî û azadiyê bixwazin'
16:10 HDP’î li Mêrdînê hatin astengkirin
15:33 Ji baroyan daxwazên hevpar: Pêşnûmê betal bikin
15:02 Giliya Zaînal Abarakov kirin
14:44 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê piştgirî da meşa HDP'ê
14:43 Tevahiya rê piştgirî dan meşvanên demokrasiyê
14:18 Eskeran li Payizava 9 kes binçav kirin
14:05 Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn hat berdan
14:04 Şandeya HDP’ê sibê dê li Amedê serdana rêxistinên civakî bike
13:52 Dadgehê di doza Nisêbînê de li 45 kesan ceza birî
13:29 Kesên 'nediyar' ketin mala Eren Keskin
13:28 Cezayê bersûcên ku Şûle Çat qetil kiribûn hat erêkirin
13:23 Bûldan: Ji Edîrneyê heta Colemêrgê pêdiviya Tirkiyê bi aştiyê heye
13:15 Cezayê girtîgehê li rojnameger Canozer birîn
12:43 'Em li vir in, li meclîsê ne û li her derê Tirkiyeyê ne'
12:26 PYNK û ENKS'ê daxuyaniya yekrêziya kurdî dan: Lihevkirin pêk hat
12:07 Jinên siyasetmedar ên girtî piştgirî dan Başak Demirtaş: Tu ne tenê ye
11:56 Cenazeye kesê ku di bendavê de winda bûbû hat dîtin
11:56 Rojnameger Alankûş hat beratkirin
11:40 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Serokê Giştî yê KADEP'ê Baksî birî
11:33 Ji ber HES’an her sal bi hezaran masî dimirin
11:32 'Meşvanên Demokrasiyê' ji Wanê diçin Bedlisê
11:24 Gundê Malxokê di erdhejê de hilweşiya
11:18 'Gelo kesên êrîşî karkerên kurd kirin hatine binçavkirin?
10:23 Dozger ne mexdûr, bijîşk esas girt
10:02 30 sal in teşe dide keviran
09:35 Walîtiya Şirnexê ketina avê qedexe kir
09:08 Mehmet Atli ‘Morî Mircan’ pêşkêşî hezkiriyên xwe kir
09:08 Neviya Seyîd Riza: Piraniya erdê me ji me stendin
09:08 Ji ber DEDAŞ'ê dest bi çandina berên alternatîf kirin
09:08 Hîlala Berê li benda şêniyên xwe ye
09:08 Li marketê 4 TL, li nav erd bi 10 qurîşan
09:08 MED DUFAD-FED'ê xwest CPT û Rêxistina Efûyê mudaxaleyî Tirkiyeyê bikin
09:08 Piştî 2 meh û nîvan Qesra Îshaq Paşa cardin mêvan hewandin
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2020'AN
16/06/2020
20:44 Hejmara pêketiyan bû 181 hezar û 298
17:33 Meclîsa Jinan ewil Komeleya Piştevaniya Mor ziyaret kir
17:22 Ji Amedê balafirên şer li ser hev radibin
17:06 Ji bo azadiya Zeynep Celaliyan dest bi kampanyayê kirin
16:43 Li Omeryan bi sedan donim derdor şewitî: Rayedar hêj rewşê dinirxînin
16:33 Berkîn Elvan li Okmeydani bibîr anîn
16:32 DEVA: Astengkirina meşa HDP’ê nayê qebûlkirin
15:59 Rûspiyên Êzidî û ciwanên Çemçemalê êrîşên Tirkiye şermezar kirin
15:32 Kesê li dijî Demîrtaş êrîşa zayendî pêk anî hat girtin
15:31 Li Silopya tup teqiya: 2 kes birîndar bûn
15:25 Ji bo Rojnameger Nedîm Turfent kampanya îmzeyan
14:59 Jin xwe ji bo meşê amade dikin
14:58 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
14:50 Sancar Baroya Wanê ziyaret kir
14:28 'Em ê destûr nedin ku kes siberoja me bidize’
14:25 Tirkiye û Îran bi awayekê hem wext bombebaran kirin
14:24 Meşa HDP’ê li Amedê dê bi girseyî were pêşwazîkirin
14:13 Ji ber çalakiyên di zarokatiya xwe de tevlî bibûn hatin girtin
14:03 Nivîskar Avba: Kazimî êrîşa li ser Kurdan erê kir
13:32 Ji kujerê Kemal Kûrkût re ceza hat xwestin
13:18 Buroya HDP'ê ya çapemeniyê: Îdîayên Rudawê li dijî rastiyan e
12:19 ÎHD: Ne pêkane ku mafê meş û xebatên siyasî bên qedexekirin
12:17 'Heke Tirkiye li gorî qanûnan tevbigere em ê bi xweşî pêşwazî bikin’
11:35 Beriya çalakiya HDP’ê Qada Esenyûrtê bi bariyeran hat girtin
11:35 Li gundê Lîçikê û Elmalû hemû xaniyan xesar dîtiye
11:15 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:40 Aydenîz: Li dijî êrişan bersiva herî mezin yekîtiya neteweyî ye
10:36 Hejmara miriyên qezaya Kemaliyê derket 5’an
10:01 Li Tûzlayê dîmenên ‘koletiya modern’
09:36 Hejmara bajarên ku berdevk li wan mecbûrî ye derket 42’an
09:01 Mafê kedkarên tenduristiyê tê xwarin
09:01 Baniyê 50 malan hilweşiyan
09:01 Li Amedê 4 xebatkarên tesîsa dawerivîna avê bi Covîd-19'ê ketine
09:01 Piştî 30 salan li Çiyayê Komtik û Katoyê dest bi çandiniyê kirin
09:01 'Daxwazên zarokên me bi cih neyên em ê biçin ber Dadgeha Destûra Bingehîn'
09:01 Navê 'Arîn Mîrkan' li albuma xwe kir
09:01 Maçîn: Me gava herî zehmet avêt, dor dora yekîtiyê ye
09:01 Aydin: Dixwazin baroyan bêdeng bikin
09:01 Dêra keldaniyan tê rûxandin
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:21 Partiyên siyasî bang li civaka navneteweyî kirin
08:07 Gundekê Colemêrgê kirin karantînayê
15/06/2020
23:13 Bradostê bombebaran kirin
21:03 18 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:47 Li Dêrazorê êrîş birin ser şaredariyê: Hevşaredar jiyana xwe ji dest da
17:03 Danişîna doza Altan a nexweş sibê ye
16:46 Milê Edîrneyê dest bi 'meşa demokrasiyê' kir
16:02 Çerkezoglû: Pergalek nû ya civakî ferz e
15:27 Malbatên 2 HPG’iyan ji bo cenazeyên xwe bigirin xwîn dan
15:23 Bersûcek êrişî Başak Demîrtaş kiribû hat berdan
15:18 Gelek balafirên şer ji Amedê rabûn
15:06 Şewata li Omeryan gehişt çoltera Mahsertê
15:05 Banga pêşwazîkirina meşvanan hat kirin
14:28 Piştgirî dan Tîmtîk û Unsal: Darizandina adilane mafê sereke ye
14:27 Colemêrgiyan HDP’î bi coş oxir kirin
14:17 Li Mêrdînê çalakî û şahî dîsa hatin qedexekirin
14:10 Piştgirî dan biryara esnafên Cizîrê
13:52 Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê bertekek tund nîşanî êrîşên Tirkiyeyê da
13:01 Bûldan: Heta aştî, azadî û demokrasî were wê ev meş bidome
12:50 TJA'yê êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kir
12:44 Baroyên herêmê: Em ê piştgiriyê bidin çalakiyên demokratîk