STENBOL - Meclîsa Jinan a HDP'ê, di çarçoveya kampanya "Têkoşîna Jinan li her derê ye" dest bi ziyaretan kir.
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya kampanyaya “Têkoşîna Jinan li her derê ye" li Stenbolê dest bi ziyaretên saziyên jinan kirin. Meclîsa Jinan ewil Komeleya Piştevaniya Mor kir. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê, Ayşe Acar Başaran, endamên Meclîsa Jinan Esengul Demir, Ayşe Berktay çûn Komeleya Piştevaniya Mor ziyaret kirin. Berdevkên Komeleya Mor Cemile Baklaci û Yeşim Guzel heyeta Meclîsa Jinan a HDP'ê pêşwazî kirin.