Bûldan: Ji Edîrneyê heta Colemêrgê pêdiviya Tirkiyê bi aştiyê heye

  • rojane
  • 13:23 17 Hezîran 2020
  • |
img
STENBOL – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a di baskê “Meşa Demokrasiyê” ya Edîrne de cih digire EMEP’ê ziyaret kir. Bûldan got “Ji Edîrneyê heta Colemêrgê pêdiviya vî welatî bi aştiyê heye.” 
 
“Meşa Demokrasiyê ya li dijî darbeye” ya HDP’ê ku ji Edîrne û Colemêrgê da destpêkirin di roja sêyemîn de didome. Baskê meşa Edîrne li Stenbolê serdanê xwe didomîne. Hevseroka Giştî ya HDP’ê û şandeya li gel wê di çarçoveya serdanên meşê de serdana Partiya Kedê (EMEP) kir. Parlamenter Sezaî Temellî û Fatma Kûrtûlan û endama Meclîsa HDP’ê Ayşe Erdem jî di serdanê de amade bûn. Hevdîtin li buroya EMEP’ê ya Bakirkoyê pêk hat. Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, Cîgirê Seroka Giştî Abdullah Levnet  Tuzel û seroka EMEP’a Stenbolê şandeya HDP’ê pêşwazî kirin. 
 
‘ME LI CEM HDP’Ê NE’ 
 
 Piştî sohbetek kin a li ser pêya daxuyanî hatin dayîn. Seroka Giştî ay EMEP’ê Selma Gurkan bal kişand ser meşa HDP’ê û da zanîn ku meşa demokrasiyê gelek girîng e û ew wek partî di vê pêvajoyê de li cem HDP’ê ne. Gurkan got zextên li dijî HDP’ê ji ber pirsgirêka kurd çareser nabe rû didin û êriş tenê ne li HDP’ê ne li dijî hemû hêzên demokrasiyê ne. Gurkan got daxwazên meşê wê pêşiya demokratîkkirina Tirkiyê veke. 
 
BÛLDAN: ME PEYAMÊN GIRÎNG DAN 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî da zanîn ku ji Edîrneyê heta Colemêrgê pêdiviya vî welatî bi aştiyê, demokrasiyê û azadiyê heye û wan li bajarên semobolîk peyamên girîng dane. Bûldan diyar kir ku meşên wan ji her du bajaran peyamên girîng dide îradeya siyasî û xwestine bi van meşan bêhnê fetisî vekin û pêvajoya têkoşîne bidin destpêkirin.
 
‘CIVAKÊ BÊDENG DIKIN’ 
 
Bûldan destnîşan kir ku îqtîdara welat birêve dibe ji bilî xwe tu deng û rengên din û muxalîfan naxwaze û dixwaze tevahiya civakê bêdeng bike. Bûldan got ew şertên niha Tirkiye têde derbas dibe baş dizanin û heta aştî neyê ser axa vî welatî dê tu tiştek çareser nebe. 
 
BERSIV DA ÊRIŞÊN LI SER HDP’Ê 
 
Bûldan bersiva êrişên medya îqtîdarê ya li dijî partiya xwe da û got: “Meşa me ya demokrasiyê li hemû televîzyonan tê nîqaşkirin. Tê gotin meşa bi armanca provokasyonê tê kirin. Duh rojnamegerek derketiye dibêje ‘HDP û pirsgirêka kurd nîne.’ Em vî zimanî û zîhniyetê baş nas dikin. 90 sal in tu encam ji vê zîhniyetê derneket. Bêyî HDP’iyan HDP’ê li ser şaşeyên  televîzyonên xwe temaşe dikin. Heke aştî û demorkasî were vî welatî jî wê HDP bîne. Heke li vî welatî çareseriyek jî pêk were wê HDP vê çareseriyê bîne. Li vî welatî partiyek li dijî hemû zextan sekiniye heye û navê vê partiyê jî HDP ye.” 
 
Piştî daxuyaniyê serdan ji çapemeniyê re girtî dewam kir. 
 
 
 

Sernavên din

18/06/2020
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2020'AN
00:10 Malbatê cenazeyê Bîrsen ê HPG’yî di dorpêçê de defin kirin
17/06/2020
21:26 Li Silopiyayê teqînek çêbû: 4 kes jiyana xwe ji dest dan
20:14 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 861
16:11 'Em ê herdem aştî, demokrasî û azadiyê bixwazin'
16:10 HDP’î li Mêrdînê hatin astengkirin
15:33 Ji baroyan daxwazên hevpar: Pêşnûmê betal bikin
15:02 Giliya Zaînal Abarakov kirin
14:44 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê piştgirî da meşa HDP'ê
14:43 Tevahiya rê piştgirî dan meşvanên demokrasiyê
14:18 Eskeran li Payizava 9 kes binçav kirin
14:05 Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn hat berdan
14:04 Şandeya HDP’ê sibê dê li Amedê serdana rêxistinên civakî bike
13:52 Dadgehê di doza Nisêbînê de li 45 kesan ceza birî
13:29 Kesên 'nediyar' ketin mala Eren Keskin
13:28 Cezayê bersûcên ku Şûle Çat qetil kiribûn hat erêkirin
13:23 Bûldan: Ji Edîrneyê heta Colemêrgê pêdiviya Tirkiyê bi aştiyê heye
13:15 Cezayê girtîgehê li rojnameger Canozer birîn
12:43 'Em li vir in, li meclîsê ne û li her derê Tirkiyeyê ne'
12:26 PYNK û ENKS'ê daxuyaniya yekrêziya kurdî dan: Lihevkirin pêk hat
12:07 Jinên siyasetmedar ên girtî piştgirî dan Başak Demirtaş: Tu ne tenê ye
11:56 Cenazeye kesê ku di bendavê de winda bûbû hat dîtin
11:56 Rojnameger Alankûş hat beratkirin
11:40 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Serokê Giştî yê KADEP'ê Baksî birî
11:33 Ji ber HES’an her sal bi hezaran masî dimirin
11:32 'Meşvanên Demokrasiyê' ji Wanê diçin Bedlisê
11:24 Gundê Malxokê di erdhejê de hilweşiya
11:18 'Gelo kesên êrîşî karkerên kurd kirin hatine binçavkirin?
10:23 Dozger ne mexdûr, bijîşk esas girt
10:02 30 sal in teşe dide keviran
09:35 Walîtiya Şirnexê ketina avê qedexe kir
09:08 Mehmet Atli ‘Morî Mircan’ pêşkêşî hezkiriyên xwe kir
09:08 Neviya Seyîd Riza: Piraniya erdê me ji me stendin
09:08 Ji ber DEDAŞ'ê dest bi çandina berên alternatîf kirin
09:08 Hîlala Berê li benda şêniyên xwe ye
09:08 Li marketê 4 TL, li nav erd bi 10 qurîşan
09:08 MED DUFAD-FED'ê xwest CPT û Rêxistina Efûyê mudaxaleyî Tirkiyeyê bikin
09:08 Piştî 2 meh û nîvan Qesra Îshaq Paşa cardin mêvan hewandin
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2020'AN
16/06/2020
20:44 Hejmara pêketiyan bû 181 hezar û 298
17:33 Meclîsa Jinan ewil Komeleya Piştevaniya Mor ziyaret kir
17:22 Ji Amedê balafirên şer li ser hev radibin
17:06 Ji bo azadiya Zeynep Celaliyan dest bi kampanyayê kirin
16:43 Li Omeryan bi sedan donim derdor şewitî: Rayedar hêj rewşê dinirxînin
16:33 Berkîn Elvan li Okmeydani bibîr anîn
16:32 DEVA: Astengkirina meşa HDP’ê nayê qebûlkirin
15:59 Rûspiyên Êzidî û ciwanên Çemçemalê êrîşên Tirkiye şermezar kirin
15:32 Kesê li dijî Demîrtaş êrîşa zayendî pêk anî hat girtin
15:31 Li Silopya tup teqiya: 2 kes birîndar bûn
15:25 Ji bo Rojnameger Nedîm Turfent kampanya îmzeyan
14:59 Jin xwe ji bo meşê amade dikin
14:58 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
14:50 Sancar Baroya Wanê ziyaret kir
14:28 'Em ê destûr nedin ku kes siberoja me bidize’
14:25 Tirkiye û Îran bi awayekê hem wext bombebaran kirin
14:24 Meşa HDP’ê li Amedê dê bi girseyî were pêşwazîkirin
14:13 Ji ber çalakiyên di zarokatiya xwe de tevlî bibûn hatin girtin
14:03 Nivîskar Avba: Kazimî êrîşa li ser Kurdan erê kir
13:32 Ji kujerê Kemal Kûrkût re ceza hat xwestin
13:18 Buroya HDP'ê ya çapemeniyê: Îdîayên Rudawê li dijî rastiyan e
12:19 ÎHD: Ne pêkane ku mafê meş û xebatên siyasî bên qedexekirin
12:17 'Heke Tirkiye li gorî qanûnan tevbigere em ê bi xweşî pêşwazî bikin’
11:35 Beriya çalakiya HDP’ê Qada Esenyûrtê bi bariyeran hat girtin
11:35 Li gundê Lîçikê û Elmalû hemû xaniyan xesar dîtiye
11:15 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:40 Aydenîz: Li dijî êrişan bersiva herî mezin yekîtiya neteweyî ye
10:36 Hejmara miriyên qezaya Kemaliyê derket 5’an
10:01 Li Tûzlayê dîmenên ‘koletiya modern’
09:36 Hejmara bajarên ku berdevk li wan mecbûrî ye derket 42’an
09:01 Mafê kedkarên tenduristiyê tê xwarin
09:01 Baniyê 50 malan hilweşiyan
09:01 Li Amedê 4 xebatkarên tesîsa dawerivîna avê bi Covîd-19'ê ketine
09:01 Piştî 30 salan li Çiyayê Komtik û Katoyê dest bi çandiniyê kirin
09:01 'Daxwazên zarokên me bi cih neyên em ê biçin ber Dadgeha Destûra Bingehîn'
09:01 Navê 'Arîn Mîrkan' li albuma xwe kir
09:01 Maçîn: Me gava herî zehmet avêt, dor dora yekîtiyê ye
09:01 Aydin: Dixwazin baroyan bêdeng bikin
09:01 Dêra keldaniyan tê rûxandin
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:21 Partiyên siyasî bang li civaka navneteweyî kirin
08:07 Gundekê Colemêrgê kirin karantînayê
15/06/2020
23:13 Bradostê bombebaran kirin
21:03 18 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:47 Li Dêrazorê êrîş birin ser şaredariyê: Hevşaredar jiyana xwe ji dest da
17:03 Danişîna doza Altan a nexweş sibê ye
16:46 Milê Edîrneyê dest bi 'meşa demokrasiyê' kir
16:02 Çerkezoglû: Pergalek nû ya civakî ferz e
15:27 Malbatên 2 HPG’iyan ji bo cenazeyên xwe bigirin xwîn dan
15:23 Bersûcek êrişî Başak Demîrtaş kiribû hat berdan
15:18 Gelek balafirên şer ji Amedê rabûn
15:06 Şewata li Omeryan gehişt çoltera Mahsertê
15:05 Banga pêşwazîkirina meşvanan hat kirin
14:28 Piştgirî dan Tîmtîk û Unsal: Darizandina adilane mafê sereke ye
14:27 Colemêrgiyan HDP’î bi coş oxir kirin
14:17 Li Mêrdînê çalakî û şahî dîsa hatin qedexekirin
14:10 Piştgirî dan biryara esnafên Cizîrê
13:52 Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê bertekek tund nîşanî êrîşên Tirkiyeyê da
13:01 Bûldan: Heta aştî, azadî û demokrasî were wê ev meş bidome
12:50 TJA'yê êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kir
12:44 Baroyên herêmê: Em ê piştgiriyê bidin çalakiyên demokratîk