'Em ê herdem aştî, demokrasî û azadiyê bixwazin'

img

STENBOL – Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di çarçoveya "Meşa Demokrasiyê" de Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê (DÎB) ziyaret kir. Buldan, diyar kir ku ew ji kevneşopiya berxwedanê hatine û ew di vê berxwedanê de mirine, hatine kuştin, hatine girtin û îşkence li wan hatiye kirin û wiha got: "Em ê li dijî van êrîşan têkoşîna xwe ya ji bo aştî, demokrasî û azadiyê heta dawî biparêzin. Em tu carî dest ji daxwazên xwe yên demokrasî û azadiyê bernadin." 

Meşa HDP'ê ya milê Colemêrg û Edîrneyê didome. Heyeta HDP'ê ya Colemêrgê derbasî Bêdlisê bû. Heyeta Edîrneyê jî li Stenbolê ger û ziyareta xwe berdewam dike. Meş bi dirûşmeya "Li dijî darbeyan meşa demokratîk" didome. HDP, li bajaran rêxistin, partî û komeleyên sivîl û demokratîk ziyaret dikin û niqaşan dimeşînin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan ku di nava heyeta HDP'ê ya Edîrneyê de ye, li Stenbolê tev li ziyaretan bû. Ewil partiya EMEP'ê ziyaret kirin û piştre re Koordînasyona Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê (DİB) ziyaret kir. Buldan û heyeta pêre, Koordînasyona DÎP'ê li avahiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Beyoglu ziyaret kir. Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ugurlu, û endamên Lijneya Kordînasyona DÎB'ê heyet pêşwazî kirin. 
 
Beriya ziyaretê Pervin Buldan, diyar kir ku herî her tiştî pêdiviya Tirkiyeyê bi aştî, demokrasî û edaletê heye û wiha got: “Li welatê me di serî de li dijî HDP'ê, li dijî Kurd, Ermenî, Elewî Sûryanî û hemû hêzên muxalif êrişek heye. Ji ber êrîş zêde dibin me wekî HDP'ê dest bi meşê kir. Ev meşa demokrasiyê ji bo kesên mafê wan tê binpêkirin û mextûr tê kirin dest pê kiriye. Di demên dawî de êrîşên li dijî partiya me zêdetir bûye. Îro bi hezaran siyasetmedar, parazvanên mafên mirovan û bi hezaran kesên aştî, demokrasî û mafên mirovan dixwazin girtî ne. Bi taybetî zagona înfazê mînak e. Me bi vê zagonê dît ku cudakarî tê kirin. Kesên li dijî civakê sûc kirin hatin berdan. Yên nûnerên gel in jî nehatin berdan û terkî mirinê hatin kirin. Di pêvajoya şewbê de qeyûm tayînî 8 şaredariyên me kirin. Dixwazin bi van girtinan xebatên me asteng bike û bihilîne. Em cara ewil rastî van êrîşan nayên. Tecrûbeyên me yên têkoşînê hene. Em di vê tekoşînê de hatin kuştin, hatin girtin û îşkencekirin. Di vê serdemê de nûnerên Kurdan Figen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş Gulten Kışanak û Sabahat Tuncel girtî ne. 
Em wekî HDP ji bo balê bikişînin ser van neheqî û binpêkirinan em dimeşin. Em li dijî van êrîşan tu carî dest ji daxwazên aştî, demokrasî û azadiyê bernadin." 
 
DÎB: EM Ê BI HDP'Ê RE BIMEŞIN
 
Endamê Lijneya Koordînasyona DÎB'ê Ayşegul Devecîoglu jî anî ziman ku têkoşîna ji bo parastina aştî, demokrasî û azadiya civakê pir girîng e û wiha got: "Di vê pêvajoya ku nirxên demokratîk û azadiyê tune dihesibînin ev têkoşîn gelek girîng e. Em li gel HDP'ê têdikoşin. Ev meş mafekî herî demokratîk û zagonî ye. Em ê meş û têkoşîna xwe ya bi HDP'ê re berdewam bikin." 
 
 
 

Sernavên din

20/06/2020
11:00 DBP: Meşa demokrasiyê tirsek mezin xistiye dilê îqtîdarê
10:50 Jetên TSK'ê Biradost, Zaxo û Amêdiyê bombe kir
10:50 Divê ji bo penaberan çareseriyên daîmî bên pêşxistin
10:35 RTUK'ê 80 roj şûnde bersîv da HDP’ê
10:35 Salaz: Êrişên li ser başûr tên kirin dagirkirina Herêma Kurdistanê ye
10:10 Aydenîz: Meşa me gehişt armanca xwe
10:09 TSK eskeran sewqî herêma Biradostê dike
09:56 HDP: Gelê Mîdyadê dê bersîvê bide îstîfayan
09:23 Ji ber zahmetiyên kar anî ziman 3 meh in betal in
09:16 HDP dê qedexeyên li ser ‘Meşa Demokrasiyê’ veguhezîne darazê
09:11 ‘Ji bo Merveyên din nemirin wê têkoşîna me dewam bike'
09:10 200 avahî li Cizîrê di qerantînayê de ne
09:09 ‘Divê avahiyên qewîn bên avakirin'
09:09 Bang li Hikûmeta Başûr kir: Şerm e ku dewleta êrîşkar erdnîgariya me bombe bike
09:08 Hevjînê Oyûnlûyê: Dadger, piştî ku bi îstîxbaratê re axivî biryar da
09:07 Firoşkarên dezgên wan hatin rakirin li benda çareyekê ne
09:06 Li Êlihê hejmara kesên bi vîrûsê ketin hezar û 700 derbas kir
09:06 Piştî krediya avahiyan fiyetê xaniyan pir biha bûye
09:05 Ji bo çandiniyê li benda alîkariyê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2020'AN
19/06/2020
20:03 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: Hezar û 214 pêketî, 23 mirî
15:33 Komîsyona Venedîkê: Tayînkirina qeyûman li dijî prensîpên demokrasiyê ye
15:31 Jêtên TSK'ê Sîda bombe kir: 5 welatî kuştin
15:17 TJA'yê bal kişand ser rewşa jinên penaber
15:05 Esker û polîsan li Kanîreşê bi ser malan de girt: 10 kes binçav kirin
14:57 Meclîsa Erebên Şengalê: Li dijî êrîşan yekîtiyê xurt bikin
14:33 Yilmaz ê li Qaşqolê bi birîndarî xelas bû: Li ber çavên min Erhan kuştin
14:26 ‘Xwestek û tişta lê digeriyan pere û rant bû’
14:20 Xwişka Akman: Kekê min ne Kurd bûya dê bikirana leheng
13:53 Rêxistina HDP’a Enqereyê dê sibê meşvanan pêşwazî bike
13:50 Buldan: Li pey meşê aştî û demokrasî heye
13:46 Meşa HDP’ê li Rihayê hat pêşwazîkirin
13:42 Ji malbatekê 3 kes binçav kirin
13:19 Dawî li karê 130 karkeran anîn
12:53 'Parastin dimeşe'
12:28 Şêniyên Stenbolê: Meşa demokrasiyê me kelecanî kir
12:18 Ji bo jinên siyasetmedar nepoxên xemrî firandin
12:00 Îro jin pêşengiya meşê dikin
11:53 Misrê jî bertek nîşanî êrîşên TSK'ê da
11:52 Baskê meşa Colemêrgê ber bi Edeneyê ve derketin rê
11:38 Ez li dijî neheqiyê têkoşiyam, 'terorîst' îlan kirin
11:38 Ji bo operasyona leşkerî 15 gund qedexe kirin
11:24 2 kes li Amedê hatin binçavkirin
11:14 Projeya danasîna Farqînê amade kirin
11:07 Dayika Erhan ê ser sînor hat kuştin: Ez edaletê dixwazim
11:05 Rojnamegerekî Kurd: Pîremêrd
09:55 Ji bo ku neyê kuştin xwe ji berbanê avêt
09:44 'Bila dest nedin Munzur Baba'
09:38 Kesên ji ber afişan hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:07 Dadgehê biryara beraatê ya bavê Haci Lokman Bîrlîk xera kir
09:07 57 sal in çandiniyê dike
09:07 Zozana Korhanê malovaniya bi sedan zozanvanan dike
09:07 Dev ji bajaran berdan, dest bi çandiniyê kirin
09:07 'Meşa Demokrasiyê rûpoşa îqtidarê xist'
09:07 Karkerê tersaneyê: Em di tanqa balastê de ne, lê ew li koşka kapîtan
09:07 ‘Mafê xwe yê rewa parastin lê ji kar hatin avêtin'
09:07 Wê binpêkirinên di meşa HDP'ê de pêk hatin bike rapor
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:35 AYM'ê biryar da ku 50 hezar tl tazmînatê bidin Demîrtaş
18/06/2020
23:44 Tevî bebika xwe ya 10 rojî û keça xwe ya 2 salî hat girtin
21:02 Hejmara pêketiyan bû 184 hezar û 31
17:05 Erebîstana Siûdî: Êrişên Îran û Tirkiyeyê binpêkirina peymanên navneteweyî ye
16:46 Li Edenê banga têkoşîna hevpar hat kirin
16:15 Di meşa demokrasiyê de rêxistinên civakî yên sivîl hatin ziyaretkirin
16:08 Günay: Dibe ku meşa demokrasiyê ya HDP’ê ji bo aştiyê bibe hêvî
15:57 Erden: A giring Kurd statuya xwe mîsoger bikin
15:43 Hamdî Gezmîş spartin axê
15:14 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang ‘pêkanîna hiqûqê’ li Dadgeha Bilind kirin
15:13 320 rewşenbiran xwest êrîşên Tirkiye bi dawî bibin
15:12 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest ku hêzên xwe paşve vekişîne
14:58 Beştaş: Armanca rênedana medyayê krîmînalîzekirina HDP’ê ye
14:53 Li Rezan şewat: 40 kes asê man
14:37 Baroya Îzmirê: Hilweşîna konên Romenan binpêkirina mafan e
14:24 Xebatkarên tenduristiyê ji pêvajoya ‘normalbûnê’ bifikarin
14:14 OHD’ê bertek nîşanî operasyonan da: Çareserî aştî ye
13:02 11 meh cezayê girtîgehê li Serokê Rûmetê yê AABK’ê Oker birîn
13:00 Dadgehê 3 sal û 9 meh ceza li Azad Bedran birî
12:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
12:55 ‘Meşa HDP’ê daxwaza hemû welatiya bû’
12:35 Akademîsyena Aştiyê Bozdag beraet kir
12:30 'Bi êrişan peyamê didin hemû kurdan’
12:15 YNK: Leşkerên tirk ji Iraqê derxin
11:47 Pêzan tespît kir ku di destê Rojnameger Dogru de çek tune
11:18 5 kesên berî 8 rojan hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:11 Doç. Dr. Durna: Divê her rojnameger rastiyê esas bigirin
11:10 ‘Ev meşa li dijî şikandina rûmetê ye'
11:08 Mexdûrên erdhejê: Kon nedan, em nikarin bikevin malên xwe
10:46 Pêşmergeyek PDK'ê di bomberana balafiran de jiyana xwe ji dest da
10:36 Qaşkoliyan şeva ku Erhan Gorur hatibû kuştin vegotin
09:58 'Em difikirin ku Gulistan kuştine'
09:55 ‘Li girtîgehan 70 kes bi koronayê ketine û 6 kes mirin e’
09:52 Serokatiya Meclisê peyva Dersimê ‘giran’ dît
09:29 Bi belgeyan derket holê ku fermandarên eskerî li Licê bazirganiya tiryakê dikin
09:11 Yasaya notirvanan ket meriyetê
09:10 Dayika ku keça wê di rojiya mirinê de: Roj bi roj dihele
09:10 Çîftyurek: Tirkiye û Îran dixwazin konsepta Kerkûkê pêk bînin
09:09 Jiyana zozanan nadin bi ya bajaran
09:09 Di pêvajoya şewbê de jin bi rewşek çawan re rû bi rû man?
09:08 Wê fatûreya mudaxilekirina Lîbyayê li Idlîbê bê birîn
09:08 Li tersaneyan bi navê tevdîrê tiştek jî tuneye!