MÊRDÎN – Li navçeya Nisêbînê 5 kesên berî 8 rojan hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 5 welatiyên bi navê Şoreş Saltikalp, Engîn Aykût, Mehmet Emîn Nergîz, Namet Dogan û Îmran Ozbey ên di 10’ê hezîranê de li ser îxbara “Wê çalakiyê li dar bixin” hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 5 kes bi hinceta “karê îfade girtina wan dewam dike” dema binçavkirina wan hatibû dirêjkirin û ji ber vê piştî 8 rojan hatin berdan.